Peyama rojnamegerên jin ên girtî: Me tu carî serî netewand! 2022-11-29 12:27:14   ENQERE - Rojnamegerên jin ên girtî dan zanîn ku girtina rojnamegeran û neçareserkirina meseleya kurd a bi destên AKP-MHP'ê bi hev girêdayî ye û wiha gotin:"Em ê tu carî serî netewînin. Ew ê nikaribin me bêdeng bikin."   Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû de di 25'ê Cotmehê de rojnameger bi îşkenceyê hatin biçavkirin û di 29'ê Cotmehê de jî 9 rojnameger hatin girtin. Nûçegîhanên me Habibe Eren û Oznur Deger her wiha Mudura Karê Nivîsê ya Ajansa Ajansa Mezopotamyayê (MA) Diren Yurtsever û nûçegîhanên MA'yê Berivan Altan û Ceylan Şahinli jî di vê çarçoveyê de hatin girtin. Rojnamegerên jin ên girtî ji Girtîgeha Jinê ya Sincanê peyamên xwe şandin.    'Divê dengê civakê bê bilindkirin'   Habibe Eren bi lêv kir ku girtina di 29'ê Cotmehê de ya rojnamegeran peyameke sembolîk vedihewîne û wiha got:"Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an di dema OHAL'ê de JINHA û DÎHA jî di nav de gelek saziyên çapemeniyê bi KHK'ê hatin girtin. Ev zexta ku di her serdemê de derdikeve pêş tenê aliyekî eleqedar nake. Tenê bi îtirazkirina aliyekî jî ne sînordar e. Loma divê her aliyên civakê li dijî van zextana rabin û dengê xwe bilind bikin."   Diren Yurtsever: Me tu carî serî netewand!   Diren Yurtsever da zanîn wan tu carî serî netewandine û got:"Em ji gotina em rojnameger in westiyan lê belê em ji ber kirina pîşeya rojnamegeriyê newestiyan. Em ê rojnamegerên şopdarên kevneşopiya çapemeniya azad, gavê paşde neavêjin û em ê azadiya çapemeniyê biparêzin û em ê ji bo vêya têkoşîna xwe bidomînin. Her kesên ku siberojeke adîl, azad û wekhev dixwaze divê çapemeniya azad biparêzin."   'Kîn û hêrsa heyî li hemberî rojnamegerî û nasnameya kurdan e'   Ceylan Şahinli jî bi lêv kir ku ew dizanin ev êrişana li dijî nasnameya gelê kurd e û got:"Li derve me nikarin bidin sekinandin loma dixwazin li hundur me terbiye bikin. Lê belê em ê bêdeng nebin."   ‘Serê min bilind e min karê xwe kiriye'   Berîvan altan diyar kir ku li gel xwestine serî lê bitewînin jî wê serê xwe netewandiye û got ku êrîşên li hemberî wan parçeyek ji êrîşên li ser çapemeniyê yên ji ji salên 90'î vir de ne. Berîvan ev peyam parve kir, “ Çiqas ku xwe mezin kirin jî bi rastiya gelekî ku serî netewande re rûbirû man. Em wekî dengê gelê Kurd, Elewî û hemû kesên ku bi cudakariyê re rûbirû man me got ku em li hemberî polîtîkayên we serî natewînin û em soz didin ku em ê li hemû qadan karê xwe berdewam bikin. Dikarin me bikin nav çar dîwaran lê wê pênûsa me nikaribin rawestînin."   Oznûr Deger: Em li mîrasa Gurbetellî xwedî derdikevin   Oznûr Deger jî got ku di pêvajoya hilbijartinê de girtina 9 rojnamegeran  parçeyek ji kaosa li welat tê jiyîn e û got, "Mîzanseneke ku di 25'ê Cotmehê de bi fermana îqtîdarê  ku Emniyeta Enqerê jî bû hevkarê wê hat lîstin. Lê piştî girtina me berzikirina dirûşmên 'Çapemeniya azad nayê bêdengkirin' mîznsena hat xêzkirin vala hat derxistin. Careke din hat dîtin ku dengê çapemeniyê bi kelepçeyê nayê qutkirin. Em ê xwedî li mîrasa çapemeniya azad a ku me ji Apê Musa û Gurbetellî kdewer girtiye derkevin."