Yên ji Ulkucutiyê rêya wan derbas dibe: Êrişa Taksimê, hişbir, komkujiya li ser jinê 2022-11-29 09:05:03     Melek Avci   ENQERE - Qetilkirina jinan jî tê de, profîlên wek gumanbarên gelek sûcî dertên pêşberî me, bi nîşaneya bozkurt û têkiliyên xwe yên ocaxên ulkucutiyê di çapemeniyê de tên dîtin. Di demên dawî de bi bikaranîna vê profîlê bazirganiya hişbirê jî dertên pêş. Ev profîl di zemîna navneteweyî de jî wek ‘rêxistinên îlegal’ tên dîtin.   Ocaxên Ulkucutiyê ku neferên desthilatdariya AKP-MHP’ê ne li gelek welatên Ewropa tên nîqaşkirin ku bikevin lîsteya rêxistina terorê. Ev rêxistina paramîlîter, rastgirt ya Tirk ya girêdayê MHP’ê ye, beriya 12’ê îlonê wek baskê mîlîtan yê MHP’ê pêş ketiye û wek netewperest an jî neo-faşîst hatine venasîn.Ev rêxistina di 1966’an de ji aliyê Alparslan Turkeş ve hatiye avakirin bi salane ji paradîgma ‘netewperestiyê’ jî dur maye, endam û hezkiriyên wê bi sûcên wekê qetilkirina jinan, bazirganiya hişbir û gelekên din tê rojevê. Lê ev rêxistina li Tirkiyeyê qanûniye û nîşaneya wê ‘bozkurt’ li welatên Avustralya, Fransa û Almanyayê qedexeye. Li DYA’yê jî di mijara ku bila bikeve lîsta ‘rêxistina terorê’ hîna tê nîqaşkirin.   Gelo ev welat çima dixwazin vê tevgera ku girêdayê MHP’ê ye û dostê AKP’ê ye, bigirin lîsteya rêxistina terorê? Gelo faliyetên nîjadperest yên Ocaxên Ulkucuyan an jî wêneyên wan yên ku têkiliya mafya û dewleta kur derxistiye holê û kujerên jinan her tim di van ocaxan de gihiştine, vê encamê derdixe holê? Em li çend faliyetên vê rêxistinê yên salên dawî û helwesta welatan binêrin…   ‘Torek nefretê ya di tûndiyê de geviziye’   Bingeha fikrên Ocaxên li ser îdeolojiya nîjadperestiya Tirk sunî teşe bûye, van dirûşmeyan aşkera derdixe holê; “Em hekîmin, dermanê we jî wê îslam be.” Di îdeolojî û bernameyên xwe de, Kurd, Elewî, Ermenî, Yewnan bi giştî Xiristiyan û Yahudî jî tê de, hemû kesên ku ne Tirk û Sunnî ne red dike. Nivîskarê New York Tîmes, Raymond Walter Apple Jr. di nivîsek xwe ya sala 1981’ê de MHP û komên girêdayê wê wek ‘toreke nefretê ya di tûndiyê de geviziye’ girtibû dest û gotibû: “Mehmet Alî Agca yê bi kuştina II Papa John Paul dihat sûcdarkirin, bi torek neofaşîst, netewperest, dijminê biyaniyan di partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyeyê û bi komên li vir re li cihên cuda yên Ewropayê têkiliyên wî hene.”   Têkiliyên wan yên bi bazirganiya hişbirê re   Ji salên 1980’ê heta niha gelek belgeyên ku endam û lîderên Ocaxên Ulkuciyan ku têkiliy awan bi kaçaxiya hişbira navneteweyî heye derketin holê. Heta di serê sala 1980’ê de peywirdarên têkoşîna bi terorê ya Wezareta Karê Derve ya DYA’yê der barê ku têkiliya Alparslan Turkeş bi bazirganiya hişbirê ya derveyê qanûnî ya bi Ewropa Rojava re heye de nêrîna ‘bi awayekî berfireh bawerbûn heye’ destnîşan kiribûn. Dîroknasê navdar Stephen E. Ambrose jî diyar kiribû ku lîderên Ulkuciyan dawiya salên 1980’ê de ji bo teçhîzatê bazirganiya hişbirê kirine, ji helîkopterên êrîşê heta tankan artêşek ava kirine û çûne Îtalyaya ku sûcên organîzekirina hişbirê lê zêde ye.  Nivîskarê pirtûka Makîney aŞer a Amerîkan, Peter Dale Scott ku ji Kanadayê ye jî destnîşan kiribû MHP ya bi Ocaxên Ulkuciyan re têkiliya wan heye têkiliya wan bi komên ku hişbirê diafirînin re heye.    Di 5 salên dawî de bidestxistina hişbirê zêde bû   Li Tirkiyeyê qedexekirina kokaînê zêde nayê dîtin û zêdetir hişbirê sentetîk tên bidestxistin. Di mehên dawî de bi taybet li Stenbolê  xwegîhandina hişbira jê re dibêjin metamfetamîn pir hêsan bûye û ligel vê pispor diyar dikin ku temenê bikaranînê heta 12 salî ketiye. Ligel hişbira sentetîk salên dawî de pir zêde kokaîn hatin bidestxistin. Di salên 2000’î de ev rêjeya ku 100 kîlo bû, di 5 salên dawî de gihişt 2 tonî. Ligel vê 2 tonî ji Meksîkayê keştiya ku 7 ton kokaîn têdebû li Başûrê Amerîkayê ku dihat Tirkiyeyê hat girtin. Europol ku polîsên Amerîkayê ne, gelek caran hişyar kir ku komên Tirkiyeyê ji bo kokaînê hem bibin Tirkiyeyê hem jî li ser navê saziyên din belav bike ji Başûrê Amerîkayê dest bi transfera kokaînê kirine. Li aliyê din jî gotinên wekê ku penaberên Sûriye û Afganistanê hişbirê dibin Tirkiyeyê jî, hene. Hefteya borî li navçeya Altindag a Enqereyê 5 Afgan li mala lê diman qetilkirî hatin dîtin. Cîran û kesên derdorê îdia kiribûn ku sedema komkujiyê têkiliya bi mafya û hişbirê re ye.   Ji bo kartela Sînaloa silava bozkurt   Kartela Sînaloa yek ji kartela herî mezin a Meksîkayê ye. Yekem car ji zanîngeha Columbîa akademîsyen û şêwirmendê sazî û hikûmetan Edgardo Buscaglîa diyar kiribû têkiliya Kartela Sînaloa û Tirkiyeyê bi hev re heye û daxuyandibû ku Sînaloa ligel neqliyekirina kokaînê ji bo pêşxistina hilberîna eroîn û hişbira sentetîk ji Tirkiyeyê jî kîmyager girtine. Ligel vê daxuyaniyê di 28’ê hezîrana 2021’ê de rojnameya bi navê El Paîs wiha dinivîsî: “Di 16’ê hezîranê de li ser îxbarekê, li perava Mersînê peywirdarên Gumrukê, di kaseyên muzan ya keştiya ji Ekvador dihat de 1.300 kîlo kokaîn dîtine, ev di dîroka Tirkiyeyê de kîfşa herî mezine.  7 roj şûnde li heman peravê dîsa di konteynirekê de di nav muzan de 463 kîlo kokaîn hatiye dîtin.” Bi vê nûçeyê re wêneyek hat serwîskirin. Ev wêne ji vîdeoyek ku silav ji  Kartela Sînaloa û lîderê wê ‘El Mayo Zambada dihat şandin hatibû girtin. Di wêne de du kesên li ber ala Tirk ku cilên kamuflaj li xwe kiribûn, nîşaneya bozkurtê dikirin.   Ji Sînaloa bi sirûdên bozkurt bersiv   Em dikarin bêjin ku kartela Sînaloa silava bozkurt bê bersiv nehiştiye. Ji ber kartelê jî dîmenên xwe yên ku bi çekan sirûda ulkuci digot û silav dişand Tirkiyeyê, belav kiribû. Rojnameya La Opînîon ya bi Îspanyolî weşandê dike, piştî van dîmenan manşetek wisa avêt: “Mafya Tirk bi kartela Sînaloa re tifaq aşkera kir.” Di van vîdeoyên silavdayînê de gelek komên ulkucu yên çekdarî hebûn, ji çiyayên Turkmen ya li bajarê Lazkiye ya Sûriyeyê jî tevlibûn hebûn. Di vê vîdeoya ku ber balafirsawarê hatiye kişandin, bi Erebî silava ‘Ji Çiyayê Tirkmen ji Sînaloa re’ dihat şandin.   Birayên ku hişbir bardikirin   Di roja îro de kengê dema operasyonek hişbirê hebe, wêne û têkiliyê bi AKP û MHP’ê re derdikevin holê. Hefteya borî li Erzînganê Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Narkotîk, du wesayîtên ku hişbir dibirin dan sekinandin. Di lêgerîna hat kirin 17 kîlo û 40 gram esrara kubar hat girtin. Serdar Demîr, Mucahît Altun, Diyar Bîngol û kesên Afganîstanê hatin binçavkirin. Piştî sewqkirinê Serdgan Demîr, Mucahît Altun û Diyar Bongul ji aliyê Dadgeriya Ceza Sulh a Nobedar ve hatin girtin. Her du kesên Afganîstanî H.M û M.A hatin berdan. Hat hînbûn ku ji kesên hatin girtin Diyar Bîngol  biraziyê şaredarê Kanîreşê yê AKP’î Veysî Bîngol û serokê navçeya AKP’ê ya Kanîreşê Îlyas Bîngol e.    Serdar Demîr jî di Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Qeymeqamtiya Kanîreşê de wek memur dixebitî heman demê de birayê serokê MHP’a Kanîreşê Şevket Demîr e. Di meha cotmeha borî de li Edeneyê wesayîtek cenazê ya aydê Koma Albayrak ya nêzî desthilatdariyê ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dixebitî, hat sekinadin û li wesayîtê de li şûna cenazê 144 kîlo û 550 gram esrar derketibû. Du kesên di wesayîtê de û kesekî ku esrar temîn kiribû hatin girtin.   Gelo ‘Bozkurtî’ rêxistina terorê ne?    Bozkurtên girêdayê MHP’ê ne û dostên AKP’ê ne hem bi sûcên li Tirkiyeyê dikin hem jî bi faliyetên xwe yên li derveyê welat dimeşînin, li gelek welatên Ewropa tên nîqaşkirin ku bikevin lîsteya rêxistina terorê. Nîşaneyên bozkurtê yên gumanbarên ku jinan qetil dikin, bazirganiya hişbirê û silavdayîna kartelan li aliyekî, herî dawî serokê MHP’a Guçlukonakê Mehmet Emîn Îlhan yê  qeydên HTS’ê ya bombevanê Kolana Îstîklalê hat tespîtkirin û walîtiyê piştgirî dayê.   Li Kazakîstanê qedexeye li DYA û Ewropa tê nîqaşkirin   Sala borî li  Almanyayê jî bo ulkucu ‘tevli rêxistina terorê bibe’,  rapora ‘li dijî destura bingehîn tevdigerin’ ya Meclîsa Federal a Almanyayê amade kiribû û piştî vê Meclisa Nûneriyan a DYA’yê ji bo lêkolîn bê kirin erê kir. Ji aliyê demokrat Nevada Vekîlî Dîna Tîtus ve xalek li pêşnûmeya Butçeya Parastina 2022’an (NDAA) hat zêde kirin û pêşniyar kiribû ku wezareta karê derve ‘krîterên ku ocaxên Ulkucuyan rêxistinek terorê ye an na’ lêkolîn bike.    Di Kanûna 2018’an de di çarçoveya ‘qanûna sembol’ ya di Meclîsa Netewî ya Avusturyayê de hat qebûl kirin,  ku pêşniyar dikir ku sembol û nîşaneyên der barê komên teror û radîkal de bê qedexekirin de, sembolên aydê Ocaxên Ulkuciyan hat qedexekirin. Di mijara 2020’an de wezîrê karê hundir yê Fransayê Gerarland Darmanîn diyar kir ku bi biryara lijneya wezîran bi hinceta tevgereke ‘paramîlîter’, ‘netewpereste’ faliyetên ‘Bozkurtiyan’ ya Tirk hatiye qedexekirin.    Li Almanyayê di dema lêkolînên li parlamentoya Federal dihat kirin de hemû partiyan bang kir ku komeleyên ‘bozkurtî, netewperest-ulkucu’ bên qedexekirin. Pêşnûmeya çar partiyan pêşkêş kiribû hat qebûlkirin. Hewldanên qedexekirinê didomin û herî dawî di meha nîsanê de di bin bana meclîsê de raporek hat amadekirin û hat xwestin ku tevgera ulkucu ya li welat faliyetan dimeşîne bê qedexekirin. Ligel Almanyayê, li Hollandayê jî der barê qedexekirina tevgera Ulkucu de pêngav tên avêtin. Li Ewropa û DYA’yê jî tê nîqaşkirin ku bikeve lîsteyê. Kazakîstan jî ji 2005’an heta niha Bozkurtan wek terorîst dibîne.