ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-29 09:00:00     *Mêrê bi navê Ferhat Şengul tevî jina bi navê Dengbêj Hediye Kalkan gef li gelek jinan xwariye û dest dirêjî wan kiriye. Ferhat jinan li ser medyaya dîjîtal teşîr dike, di heman demê de bi "terorê" tewanbar dike, wan dike hedef û gefa girtinê li wan dixwe. Tevî heta niha bi dehan gilî li ser navê wî hatine kirin jî lêpirsînek an cezayek ji bo wî nehatiye dayîn. Li ser mijarê Hediye Kalkan diyar kir ku Ferhat li pişt rapora xwe ya dînbûnê qirêjiyên xwe dinixumîne û berteka xwe ya li hemberî vê da nîşan da.   *Dewleta Tirk a ku di dîrokê de çekên qedexe û gazên jehrî li dijî gelê Kurd bi kar anîye, di pêvajoya dawîn de bi awayekî sîstematîk van çekan bi kar tîne . Jinên Şirnexê li dijî bikaranîna çekên kimyewî axivîn û destnîşan kirin ku divê ji vî sûcî re bêdeng neyê mayîn û hemû kurd li dijî vê bibin yek. DÎMEN HEYE   *“Peywira herî girîng a rojnamegeriyê, rast agahdarkirina civakê ye. Ji rastiyan tawîz nedayîn e. Li gorî rêbazên desthilatdariyê diyar kirine an jî di wê çarçoveyê de nanivîse. Ger vê bike wê ji desthilatdariyê re xizmetê bike. Wê li hember civakê jî berpirsyariya xwe neyne cih.” PÊNÛSA JINÊ   *Qetilkirina jinan jî tê de, profîlên wek gumanbarên gelek sûcî dertên pêşberî me, bi nîşaneya bozkurt û têkiliyên xwe yên ocaxên ulkucutiyê di çapemeniyê de tên dîtin. Di demên dawî de bi bikaranîna vê profîlê bazirganiya hişbirê jî dertên pêş. Ev profîl di zemîna navneteweyî de jî wek ‘rêxistinên îlegal’ tên dîtin. ANALÎZ   *Jinên sîyasetmedar ku di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de rastî êrîşan hatin û hatin binçav kirin, destnîşan kirin ku dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” ji bo desthîlatdariyê bûye tirs û wiha gotin: “Desthîlatdar ditirse ku jin dakevin kolanan. DÎMEN HEYE