Hevseroka HDP'ê ya Artemitê ev du roj in di bin çavan de ye 2022-11-28 15:08:16     BALIKESÎR - Hevseroka HDP'ê ya Artemitê Sultan Karasu, di çarçoveya lêpirsînekê de du roj in di bin çavan de ye.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Artemitê Sultan Karasu, di çarçoveya lêpirsînekê de du roj in di bin çavan de ye. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Balikesirê de do bi serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin û ev du roj in di bin çavan de ye. Hat hînbûn ku derbarê dosyaya Sultanê ya li Muduriyeta Emniyeta Balikesirê tê girtin de biryara nepeniyê heye.    Tê payin Sultanê sibehê sewqî dozgeriyê bikin.