Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê: Em ê kuçeyan terk nekin! 2022-11-28 15:03:16     STENBOL - Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê da zanîn ew ê têkildarî îşkenceya di meşa 25'ê Mijdarê de li wan hat kirin giliyê xwe bike û got:"Kesên ji bo êrişî Rojava bike hincetan pêde dikin nikarin ewlehiya me biparêzin. Tevî tundiyê me kuçe terk nekir em ê terk nekin jî."   Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê têkildarî tundiya mêr dewletê ya di meşa 25'ê Mijdarê ya li Taksima Stenbolê de li TMMOB'a Karakoyê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Li eywana civînê pankarta mezin a bi nivîsa "Em ji bo azadiya xwe bêdeng namînin, em dev ji jiyana xwe bernadin, em serî ji tundiya mêr-dewletê natewînin" hat daliqandin.    Ferîde Eralp a li ser navê platfromê mafê axaftinê girt da zanîn ew ê li dijî tundiya mêr dewletê gilî bikin û got tundî di 25'ê Mijdarê de jî bi dawî nebû.    Endama platformê Tulay Korkutan da zanîn dirûşma "em serî natewînin" bi rih û can bûye û got polîsan bi refleksên xwe dixwestin me bi mertalên xwe biçewisînin û bê hilm bihêlin. Tulayê bi lêv kir ku hevaleke wan ji ber tundiyê ji ser hişê xwe ve çûye û polîsan tevî vê yekê ji ambulansê derxistine û kirine bin çavan û got jin bi lêgerîna tazî rû bi rû mane.    Parêzera platformê Tugba Yilmaz jî bi lêv kir ku ew ê pêvajoyê bişopînin û ew ê polîsên tundî kirine tespît bikin û ji bo bên darizandin çi ji destên wan bê wê bikin.    Nûçegîhana BirGunê Yaren Çolak a ji ber meş şopand hat binçavkirin da zanîn hedefgirtina jinan her ku diçe zêde dibe û got wê çapemenî paşde gavê neavêje.    Dilbent Turker a ji ber tundiya polîsan nigê wê şikest got ew ê ji tundiya polîsan re çavên xwe negirin .  Geri Gönderme Merkezi’ndeki kadınlara yalan söylendi!   Piştî axaftinan li ser navê platformê Ozengul Ergun, metna çapemeniyê xwend. Ozengulê bi lêv kir ku tundiya polîsan tabloya Tirkiyeyê nîşan dide û got kesên li dijî Rojava şer dest pê kiriye nikare ewlehiya wan biparêze.    Piştî daxuyaniyê jinan bi hev re gotin :"Têkoşîna me, piştevaniya me, 25'ê Mijdarê nikare bê astengkirin". Civîn bi dirûşma "Bijî piştevaniya jinê" bi dawî bû.