Li Colemêrgê 16 kes hatin binçavkirin 2022-11-27 14:36:14     COLEMÊRG - Li Colemêrgê di serdegirtina malan de 16 kes hatin binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê de danê sibehê polîsan li Colemêrg û navçeyên wê Gever û Şemzînanê bi ser gelek malan de girt. Hate diyarkirin ku di serdegirtina malan de 3 jê jin bi giştî 16 kes hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku ji wan 5 kesên ku bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” û “propagandaya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin ji navenda Colemêrgê 5, ji Geverê 5 û 4 jî ji Şemzînanê ne, nehat zanîn ku 2 kes ji ku derê hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku 16 kesên hatin binçavkirin li midûriyeta polîsan tên girtin.   Hin kesên ku hatine binçavkirin û navê wan hatiye hîn bûn ev in: Leşker Tarhan, Oruç Berkan Ertuş, Omer Açar, Samet Avci, Medîne Kar, Agit Onal, Serkan Işik, Eren Guneç, Mûjde Akîn, Îkram Karaman, Aris Erbaş, Zîn Kazanci, Aydin Taşçi û Cengîz Çelîkbaş e.