'Divê em rihê 25 Mijdarê bi rêxistin bikin' 2022-11-27 09:06:18     Medya Uren   AMED - Di 25’ê Mijdarê de jin li hember tundiyê daketin qadan, lewra jin di vê rojê de rastî tundiyê hatin û hatin binçavkirin. Jinên çalekvan 25’ê Mijdarê nirxandin û peyamek hevpar parve kirin: “Di rojek wiha de bi qasî 300 hevalên me hatin binçavkirin. Ev bi xwe jî tirsa wan ya li hember hêza jinê û daxwazên jinê nîşan dide. Li hemberî wan astengiyan têkoşînek bi hêz hate pêşkêşkirin û divê ev têkoşîn were rêxistinkirin.”   Li bakurê Kurdsitanê û bajarên Tirkiyê rojevek giran ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Li ser Jinê derbas bû. Çalekiyên jinan bi dîwarê zindî ya ji polîsan pêk tê hate dorpêçkirin. Jin rastî tundiyê hatin û hatin binçavkirin. Li bakur û Tirkiyê herî kêm 300 jin hatin binçavkirin. Lewra ruxmê helwesta polîsan berxwedana jinan şayanê qalkirinê bû.   Meclîsa Jinan a Ked û Demokrasiyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê li Amedê komxebata “Di Kapîtalîzmê de Bişaftina Jinan” ya ku ji 26 – 27’ê Mijdarê de berdewam bike dan destpêkirin. Ji her deverê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jin weke nûner li komxebata li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bûn. Di komxebatê de jinan ji me re nirxandina 25’ê Mijdarê kir.   ‘Ruxmê hemû astengiyan têkoşîn’   Seroka Odeya Bajarvaniyê ya Şaxa Stenbolê Pelîn Pinar Grîtlîoglu girîngiya roja 25’ê Mijdarê destnîşan kir û li ser ev axaftin kir: “Bi vê wesîleyê li çar parçeyên cîhanê jin daketin qadan. Ez jî weke jinek ku ji Stenbolê hatime vê rojê dinirxînim. Weke gelek deveran li Stenbolê jî dîmenên gelek xeter derketin holê.  Bi qasê 200 jinî hatin binçavkirin. Destûra dîtina parêzer jî bo wan nehatibû dayin. Ev nêzîkatiya polîsan me xemgîn kir. Di rojek wisa de helwesta hatiye nîşandan cihê xemgîniyê bû. Li dijî van yekan pêwîstiya me bi helwestek ku têkoşîna jinan piştgirî dike heye. Tenê wateyek ya van zextan heye, nîşan dide ku ew ji hêza jinê ditirsin. Ji hewildana wan ya hebûnê û xwe dayîna jiyînê ditirisin. Ango wateyek din a ev qas qedexeyan tune ye. Jin hertim ji mêran bi cesaretir in. Ji ber vê jî di hemû têkoşînên mafê mirovan de di rêzên pêş de cih girtin. Jin tucarî serî natewînin û bi vî rihî jî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Ya herî berbiçav jî di roja îro de rûxmê hemû astengiyan derketin qadan."   ‘Em ji hêza jinan bi bawer in’   Akedemîsyena Aşitiyê Yasemîn Ozgun jî diyar kir ku jin ne tenê di 25’ê Mijdarê de, bêje di hemû demê jiyana xwe de li hemberî bişaftin, binpêkirina mafên xwe têkoşînê didin. Yasemîn wiha berdewam kir: “Bi rihê 25’ê Mijdarê ji yekitiya jinan pêk tê û ev têkoşîna heyî digihêje astek bilindtir. Lê em dizanin her ku hêza jinê zêde dibe li hemberî wê jî gef û zext jî zêde dibin. Di rojek ku em tê de tundiya li ser jinê dinirxînin, mekanizmaya wê derdixin holê û tora têkoşînê li dijî wê dihonin de jin rastî tundiyê tên. Jin di qadên têkoşînê de bi zextên polîstan, tundiya wan re rû bi rû man. Ev encama ku ji jinan ditirsin derdixe holê. Îro ji bo li dijî bişaftina jinê em hêza xwe rêxistin bikin me komxebatek da destpêkirin. Ev têkoşîna rêxistinkirî pêdiviya sereke ye ji bo jinan. Ya rast jî pêwîstî bi rêxistinbûna jinê ya bê alî jî heye. Em pêvajoyek ku di her alî de êriş pêk tên dijîn. Destkeftiyên wan ên ku bi hezar salan in ji ber têdikoşin ji destê wan tên derxistin û em îro dibin şahide van yekan. Divê jin cardin li hemberî vê mekanîzmayên xwe parastinê biafirînin. Divê di demek herî kin de jî ev were tor were honandin. Baweriya min hêza jinê heye. Ez dibînim her çiqasî êriş hebin jî li hember wê berxwedanek jî heye. Em dibînin ku gotina jinê, têkoşîna jinê jî her ku diçe bi hêz dibe.”   ‘Em dikarin bi ser bikevin’   Endama SES’ê ya şaxa Amedê Gulay Akgul herî dawî têkildarê 25’ê Mijdarê de van nirxandinan parve kir: “Beriya çalekiyên weke 25’ê Mijdarê miheqeq qedexeyên hefteyekê yên weke roja îro têne ferzkirin. Di 25’ê Mijdarê de jî bi heman rengî çalekî hatin qedexekirin. Jin rûxmê vê daketin qadan. Lê belê derdora wan bi dorpêça polîsan re hate pêçan. Yan jî rastî tundiya polîsan hatin. Ji bo şikandina van astengiyan jî pêwîstî bi yekitiya jinan heye. Ger ev pêk were bê guman em ê bikaribin çalekiyên xwe li dar bixin û bimeşin jî. Wê zext nikaribin me bêdeng bikin lê mixabin dibin astengê meşa me. Pêwîst e xebatên civakî werin lidarxistin. Ji bo em zêdetir bibin, ji bo em bihêztir bibin pêwîst e em bixebitin. Ger şêniya cîhanê ji nîvê zêdetir jin be pêwîst e em bi bawer bin ku ew nîv bibe yek wê serkeftinê bidest bixe. Rast e sîstem, mêrê di mal de û li kar jî li ser me xwestekên xwe, qanûnên xwe ferz dike. Lê em dikarin derbas bikin.”