ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-27 09:00:00     *Jinan bertek nîşanê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Kobanê dan û diyar kirin ku wê li dijî şer li he derê têkoşîna xwe bidomînin. DÎMEN HEYE   *Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr da zanîn ku wêneyên der barê parlamentera Amedê Semra Guzel de derketine holê rastiya vî gelî ye û got biryara rakirina destnedana Leyla Guven û Semra Guzel ne desthilatdarî yan jî daraz, divê gel bide. DÎMEN HEYE   *Jinên bajarê Qamişlo diyar dikin ku ew ê li hemberî êrîşên dewleta tirk axa xwe biparêzin û gotin: “Em ê bi dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ şehîdên xwe bispêrin dilê xwe û em ê têkoşîna xwe li hember van êrîşan domdar bikin.” DÎMEN HEYE   *Çapemeniya alîgir ku qetilkirina jinan, tundî, destdirêjî û bûyerên wek vê carna bi çend hevokan carnan jî bi manşetên mezin dide, roja 25’ê Mijdarê jinên bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li berxwe dan û tundiya polîs nedîtin. MEDYA KRÎTÎK   *Di 25’ê Mijdarê de jin li hember tundiyê daketin qadan, lewra jin di vê rojê de rastî tundiyê hatin û hatin binçavkirin. Jinên çalekvan 25’ê Mijdarê nirxandin û peyamek hevpar parve kirin: “Di rojek wiha de bi qasî 300 hevalên me hatin binçavkirin. Ev bi xwe jî tirsa wan ya li hember hêza jinê û daxwazên jinê nîşan dide. Li hemberî wan astengiyan têkoşînek bi hêz hate pêşkêşkirin û divê ev têkoşîn were rêxistinkirin.”DÎMEN HEYE