Jinên nivîskar li ser têkoşîna jinê ya li dijî tundiya li ser ziman axivîn 2022-11-27 08:36:10     AMED - Jinên nivîskar, zimanzan û helbestkar bi wesîleye 25’ê Mijdarê bi riya dîjîtalê komxebatek li dar xistin. Jinên nivîskar li ser têkoşîna jinê ya li dijî tundiya li ser ziman û wêjeyê nirxandin kirin.    PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê ya Amedê bi wesîleya 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Li Hember Tundiya Li Ser Jinê Komxebatek li ser medyaya dîjîtal pêk anî. Gelek jinên nivîskar, zimanzan û helbestkar li ser “Têkoşîna Jinê ya Li Dijî Tundiya Li Ser Ziman û Wêjeyê” nirxandin kirin. Moderetoriya komxebatê nivîskar û rojnamevan Roza Metîna kir.    ‘Em hebûna xwe biparêzin’   Piştî axaftina vekirinê nivîskaran bi dorê ve li ser mijarê nirxandinên xwe kirin. Jinan gotin: “Ji dema avabûna komara Tirkiyê ve bi awayek bernamekirî û êrişek taybet re gavê bişaftina çand û zimanê kurdî hate avêtin. Bi riya leşkeriyê tirkî xistin nava jiyana me. Sedema zêdekirina dibistanan jî di eslê xwe de bişaftin bû. Ji wê rojê ve ev hate bihêzkirin û em encamên wê dibînin. Mixabin êdî zimanê me gelek hatiye bişaftin. Lewra ev tundî ji her alî ve li ser me pêk tê. Li ser bedena me, jiyana me, biryarên me, zimanê me û çanda me ev êrişên bişaftinê pêk tên. Pêwîst e em gelek şiyar bin. Di her aliyê jiyana xwe de destdirêjiyên pêktên asteng bikin. Ev berpiryariya me hemûyan e.”   Di berdewamiyê de bi zaravayên Kurdî yên kirmanckî û kurmancî gotûbêjên komxebatê berdewam kirin.