Jinan li Dêrsimê dengê xwe bilind kirin: Jin jiyan azadî 2022-11-26 16:26:09     DÊRSIM - Jinên li Dêrsimê bi munasebeta 25'ê Mijdarê daxuyanî dan dirûşma "Jin jiyan azadî berz kirin" û gotin Em ê ji xwişkên Mîrabal, heta Jîna Emînî têkoşîna xwe bidomînin.    Platforma Jinan a Dêrsimê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî li Kolana Hunerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji xwişkên Mirabal heta Jîna Emînî têkoşîna me didome” hat vekirin. Li ser navê Platformê, Hevseroka sendîkaya SES’ê ya Şaxa Dêrsimê Serap Kahraman axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan li dijî qeyûman, kedxwariyê û şer û tundiyê.    Serap da zanîn ku li Dêrsimê nûçeyên tundiyê li pey hev tên û li aqûbeta Gulistan Dokû ya li Dêrsimê hat windakirin pirsî. Serap bal kişand ser daxwazên jinan û got: "Em ê ji xwişkên Mîrabal, heta Jîna Emînî têkoşîna xwe bidomînin. "   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.