Li Amedê ji bo Şebnem Korur Fîncanci daxuyanî hat dayîn 2022-11-26 15:16:44   AMED - TTB'ê li Amedê ji bo yekemîn meha girtinê ya Seroka wan a Konseya Navendî, Şebnem Korur Fîncanci daxuyanî da û got:"Di şexsê Fîncanci de xwestin ku TTB’ê ceza bikin. Em ê bi heman hêvî û xweşikbîniyê têkoşina mamosteya xwe bidomînin. Şebnem Korûr Fîncanci rûmeta me ye."   Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) têkildarî meha ewil a girtina Seroka wan  Konseya Navendî Şebnem Korur Fîncanci ya ku di 27’ê cotmehê de ji ber daxuyaniyên zanistî yên derbarê êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li ser Zap, Avaşîn û Metîna de hatibû girtin, li oteleke Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku pankarta "Em li cem jiyan û heqîqetê ne. Şebnem Korur Fîncanci rûmeta me ye" hat vekirin de gelek bijîşk û xebatkarên tenduristiyê amade bûn. Di civînê de dirûşmên "Ji mamoste Şebnem re azadî" û "Mamoste Şebnem rûmeta me ye" hatin berzkirin.    Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan axivî û bal kişand ser sedama girtina Şebnem û destnîşan kir ku girtina wê nayê qebûlkirin û girtina wê li dijî mafê mirovan e. Elîf anî ziman ku Şebnem xwedî raboriya rûmeta bijîşkiyek ku têkoşîna mafê mirovan daye ye û got: “Şebnem Korur Fîncanci rûyê ronakbîriya vî welatî ye. Di şexsê Fîncanci de xwestin ku TTB’ê ceza bikin. Em ê bi heman hêvî û xweşikbîniyê têkoşina mamosteya xwe bidomînin. Şebnem Korûr Fîncanci rûmeta me ye.”