Berxwedana jinan a bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' li Îspanyayê jî belav dibe 2022-11-26 10:28:32       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îspanyayê jî bi munasebeta 25'ê Mijdarê meş hat lidarxistin û jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Her wiha di meşê de piştevaniya Kurdistanê hat kirin.    Li bajarên Zaragoza, Murcia, Alicante, Valencia, Barcelona, Lleida, Madrid û Gasteizê yên Îspanyayê de dei meşên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîddeta li ser Jinan de piştgiriya jinên Kurdistanê hate kirin û hate diyarkirin divê Kurdistan were parastin.   Li bajarê Katalonyayê jî belavokên li ser salvegera şehadeta Sara, Rojbîn û Ronahî yên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin hatine belavkirin û ji bo çalakiyên salvegera her sê jinên şoreşger banga çalakiyan hate kirin.   Li bajarê Gasteîz ê welatê Baskê jî jinên ji têkoşînên cihê li ser peyva ‘edaletê’ axivîn. Endama Navenda Jineolojiyê Nora Merino jî li vir axivî û got “Edalet wê bi jin, jiyan û azadî ya bi têkoşîna jinên Kurdistanê wê were. Edalet bi azadkirina hezaran girtiyan, bi tolhildana Nagîhan, Sakîne, Jîna, Denîz, Delal û Nûjiyanan were. Edalet tê wateya parastina Kurdistanê.”