Polîsan nigê Dilbent Turker şikandin 2022-11-26 10:20:57       STENBOL - Polîsên êrişî meşa 25'ê Mijdarê ya jinan kir, nigê rêvebera TOMÎS'ê Dilbent Turker şikandin. Nêzî 200 jinên di meşê de hatin binçavkirin jî hatin berdan.    Li Stenbolê bi pêşengiya Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê tevî dorpêçkirina polîsan û êrişên wan jî bi dirûşma "Em ji bo azadiya xwe bêdeng namînin. Em dev ji jiyana xwe bernadin. Em ji tundiya mêr dewletê serî natewînin"li Stenbolê meş hat lidarxistin. Li kuçeyên Taksim Tunel û Karakoyê nêzî 200 jinî hatin binçavkirin.    Polîsan nigê Dilbent Turker şikandin    Di dema binçavkirinê de polîsan ji jinan xistin û li erdê kaş kirin. Polîsên êrişî meşa 25'ê Mijdarê ya jinan kir, nigê rêvebera TOMÎS'ê Dilbent Turker şikandin. TOMÎS'ê derbarê mijarê de daxuyanî da û got ew ê hesabê îşkenceyê bidin. Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê jî got:"Em şopdarên pêvajoyê bin. Wê têkoşîna me nikaribe bê astengkirin." Nêzî 200 jinên di meşê de hatin binçavkirin jî hatin berdan.