ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-26 09:00:00     *Endama HDP PM’ê Leyla Atsak der barê polîtîkayên şerê taybet yên li Colemêrg û navçeyên wê didomin axivî û da zanîn ku jin û ciwan li dijî polîtîkayên şerê taybet serî natewînin û xwe rêxistin dikin, têkoşînê didomînin. DÎMEN HEYE   *Jinên Bedlîsê diyar kirin ku yekane sedema êrîşên li li dijî Rojava ‘hebûna Kurdan e’ û wiha bertek nîşan dan: “Ger Kobanê bikeve wê şer li her derê cîhanê belav bibe.” DÎMEN HEYE   *Suzî M. ya tevli çalakiyên ku ev du mehe li Rojhilat û Îranê pêk tên bû wiha vegot: “Ez niha bi hêrs, rondik, kîn bersiv didim pirsên we. Lê tirs li Komara Îslamî ya Îranê veguherî nefretê. Hêrs û nefreta me ji bo rejîm bê xistin veguherî berxwedan û têkoşînê.” DÎMEN HEYE