Koma nijadperest êrîşî bîranîna jinan kir 2022-11-25 18:00:26       ENQERE -  Komek nijadperest êrîşî çalakiya bîranînê ya li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê kir, pankarta ku navê Jîna Emîn li ser hatibû nivîsandin çirandin.   Di çalakiya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî ku li kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê li baxçeyê Fakulteya Zanistên Siyasî pêk hat, komek nijadperest êrîşî xwendekarên jinên hatin qetilkirin bibîr anîn kir. Êrîşkaran pankarta ku li ser navê Jîna Emînî hatibû nivîsandin çirandin.   'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'   Jinan  têkildarî êrîşê daxuyaniyek dan û gotin, " Em mêraniya mirovên ku bi şîdetê dixwazin hebin qebûl nakin. Em ê rê nedin çeteyên faşîst ku li kampusa Cebecî di 25'ê Mijdarê de tehamûla navê Jînayê nekirin û êrîş kirin  Em ê li kampus û kolanan têkoşîna xwe bidomînin.”