Li Bedlîsê Meclîsa Jinê hat îlankirin 2022-11-25 17:08:22     BEDLÎS - Rêxistina Navendê ya Bedlîsê Meclîsa Jinê îlan kir.    Li navçeya Tetwanê, Rêxistina Navendê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bedlîsê Meclîsa Jinê îlan kir. Jinan xwestin li ber rêxistina navçeyê daxuyaniyê bidin lê belê polîsan asteng kirin. Jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bertek nîşan dan. Endama Meclîsa Partiya HDP'ê Sidar Karaçelik, daxuyanî da û got ew ê bibin dengê hemû jinan û bibin pênûsa Nagîhan Akarsel.