Li Cizîrê herî kêm 17 jin hatin binçavkirin 2022-11-25 15:32:00     ŞIRNEX - Di meşa Cizîrê ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê li dijî Tundiya li ser Jinê herî kêm 17 jin bi îşkenceyê hatin binçavkirin.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) meş hat lidarxistin. Polîs êrîşê meşa jinan kirin û herî kêm 17 jin hatin binçavkirin.   Navên jinên ku hatine binçav kirin wiha nin: Berivan Kutlu , Zilan Ecevit , Asuman Kulter , Sabuha Akdag , Guler Tunç, Elfesya Nas, Evin Erden, Garîbe Bîlîr, Medîha Akay, Zîlan Yaman, Zarîfe Borak, Berîvan Temel, Nebahat Îşçî, Kumru Babat, Songul Kuçuk, Elîf Utun, Fehîme Sarihan.