Nobeda Edaletê: Qey lêgerîna me ya edaletê sûc e? 2022-11-25 15:24:25     STENBOL - Xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatibûn şewitandin bên berdan dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Di roja 36'emîn a çalakiya Nobeda Edaletê de wiha hat gotin:"Qey lêgerîna me ya edaletê sûc e? Em ji bo edaletê hatin vir, heger ev sûc me em ê vî sûcî tim bikin."   Xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatibûn şewitandin bên berdan dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Di roja 36'emîn a çalakiya Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Stenblê de wiha hat gotin:"Qey lêgerîna me ya edaletê sûc e? Em ji bo edaletê hatin vir, heger ev sûc me em ê vî sûcî tim bikin." Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.    Xizmên girtiyan bertek nîşanî astengiya polîsan û binçavkirinan dan û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Heq hiqûq edalet" berz kirin.    11 kes hatin binçavkirin    Piştî êrişa polîsan Zeynep Calihan, Kumru Akgul, Emine Arslan, Şahin Kizilkaya, Feryat Sakalli, Sebahattin Halli, Şafi Erol, Evin Genç, Adalet Unlu, Emrullah Şenyuz û Zemine Gokçe hatin binçavkirin. Niha nayê zanîn polîsan ew birine ku derê.    Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu da zanîn êrişên li ser dayikan êrişên li dijî wijdanê vî welatî ye û got banga xwedîderketina girtiyên nexweş kir.