Ji bo çalakiyên sibe ên li Ewropayê banga tevlibûnê 2022-11-25 13:27:12     NAVENDA NÛÇEYAN - PJAK-E li ser serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek da û banga çalakiyên ku dê sibe li Ewropayê bên lidarxistin kir.   Meclîsa PJAK’ê ya Ewrupayê, ji bo çaakiyên ku wê sibe li Ewrpayê bên lidarxistin bang kir û got,“ Em Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ya li Ewropayê, dengê xwe bi dengê kolektîfa Jin, Jiyan, Azadî re dikin yek, bang li hemû gelê Kurd ên welatparêz, gelên Îranê û hemû azadîxwazên cîhanê dikin ku tevli van çalakiyan bibin û bibin deng û rengê gelên Îranê yên serî hildide.”   Berdewama daxuyaniya PJAK'ê wiha ye; “Şoreş û serhildana rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê yên bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan û Azadî’ de ku navenda wê Rojhilatê Kurdistanê ye, bi pêşengiya jinan derbasî roja xwe ya 70’emîn bû. Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, di van 70 rojan de kariye destketiyên mezin bi dest bixe. Karî valahiya navbera nakokî û dijwariyên çarçoweya erdnîgariya siyasî ya Îranê ku rejîmê karibû herî zêde jê sûd werbigire, tijî bike. Felsefeyek ku hemû netewe, karker, jin, xwendevan, hunermend, nivîskar, bi kurtasî ji heft heta 70 salî û hemû çîn xwe tê de bibînin. Di asta derveyî Îranê de jî vê şoreşê    Rojhilatê Kurdistanê bûye navenda şoreşa Jin, Jiyan û Azadî û hîmên wê pergalê dihejîne. Lewma asta tawanên pergalê li Rojhilatê Kurdistanê ji bajarên din ên Îranê berfirehtir û hovtir e û di rojên derbasbûyî de li bajarên Mahabad, Bokan, Pîranşar û Ciwanro bi awayekî eşkere xwe nîşan da û me bi çavên xwe şahidî ji êrîşa dewleteke dagirker a li ser welateke dagirkirî kir.   Kolektîfa Jin, Jiyan, Azadî wê sibe li Parîs, London, Oslo û Stockholmê çalakiyan li dar bixe. Em Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ya li Ewropayê, em dengê xwe bi dengê kolektîfa Jin, Jiyan, Azadî re dikin yek, bang li hemû gelê Kurd ên welatparêz, gelên Îranê û hemû azadîxwazên cîhanê dikin ku beşdarî van çalakiyan bibin û bibin deng û rengê gelên Îranê yên serî hildanî.”