Civaknasa Îranî Sara: Jin li hemberî ideolojiya dewletê derketin 2022-11-25 12:44:36     ENQERE - Civaknasa Îranî Sara Baheriirad a panela 25'ê Mijdarê ya Baroya Enqereyê de axivî got:"Jin li hemberî ideolojiya dewletê derketin."   Navenda Mafên Jinê ya Baroya Enqereyê û Navenda Gelincil a Baroya Enqereyê bi çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê panel li dar xist. Li salona konferansa Navenda Perwerdeyê ya Baroya Enqereyê panel hat lidarxistin. Rêxistinên Civaka Sîvîl tevlî panelê bûn.    Jinan di panelê de dan zanîn jin li derveyî siyasetê tên hiştin û gotin divê ew hemû bibin mûxalefet û di heman demê de gotin ew li gel jinên Îranê ne. Civaknasa Îranî Sara Baheriirad jî got:"Jin li hemberî ideolojiya dewletê derketin."   Zextên li ser nûçegîhanên JINNEWS û MA'yê hat bibîrxistin   Di rûniştina ewil a panelê de bi pirsên guhdarvanan dewam kir. Jinan li vir bal kişandin ser zextên li ser têkoşîna jinê û extên li ser nûçegîhanên JINNEWS û MA'yê hat bibîrxistin.