Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Ji berxwedêriya jina kurd ditirsin 2022-11-25 11:52:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtîdiyar kir ku êrişkar ji berxwedêriya jina kurd ditirsin û wiha got:"Jina kurd serî netewand pêşengtî kir."   Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Jinan, daxuyaniyeke nivîskî da. Platformê bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî pergala desthilatdarî, şer, zilamsalarî, tundiya mêran û got ku êw jî dirokê ber bi îro ve têdikoşin û dê têkoşîna xwe bidomînin.    'Jinan têkoşîn dane û  têkoşîna xwe didomînin'   Platformê di daxuyaniya xwe de tundiya li ser jinê şermezar kir û da zanîn ku tundiya li ser jinê, tundiya li ser nirxên civakê ye. Platform ji hemû jinên têkoşer û berxwedêr re serkeftinê xwest. Di berdewamê de bal kişand ser têkoşîna jinan a domdar û wiha got: “Ji dîrokê heya îro li hemberî desthilatdarî, şer, sîstema mêran û  tunehesibandina jinan têkoşîn dane û  têkoşîna xwe didomînin.”   'Dagirker hewl didin ku jinên kurd ji kesayet û nirxên wê bi dûr bixin'   Platformê li ser kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê "polîsên exlaqê" yên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin sekinî û da zanîn ku qetilkirina wê bû sedema raperîn û serhildana ku rejîmê dihejîne. Di dirêjiyê de Platformê bi bîr xist ku hêzên mêtinger ji berxwedêriya jina kurd ditirsin, dibin hedefa wan û wiha domand: “Li başûrê Kurdistanê Nagihan Akarsel ji aliyê  sîxurê dewleta dagirker ve hate kuştin. Leyla Guven û Ayşe Gokhan jî tê de bi sedan jinên siyasetmedar kirine hefs û zindanan. Ji aliyê din ve jinên kurd ên êzdî di destê DAIŞ’ê de ne û bêdengiyeke tirsnak heye. Dagirker hewl didin ku jinên kurd ji kesayet û nirxên wê bi dûr bixin û dijî jinan bi tiryak, bêhişker, destdirêjî û êrişên birûmetkirinê pêk tînin.”    'Jin bi tundî û qirkirinê re rûbirû mane'   Di dirêjiya daxuyaniya xwe de Platform destnîşan kir ku jin ne tenê di 25’ê Mijdarê de, bi salan e li dijî pergala serdestiyê û tunehesibandinê li ber xwe didin û wiha pê de çû: "Bi salan e ku jinên kurd, ji bo civakek azad û exlaqî, ji bo wekheviya zayendî û xwebûnê, li dijî nijadperestiyê, berxwedaneke bêhempa didin. Ji Leyla Qasim, heta Sara, Sêvê, Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî li Kurdistanê jin herdem bûne hedefa pergala mêr.  Jin bi tundî û qirkirinê re rûbirû mane. Lê jina kurd tu carî serî netewandiye û herdem jî pêşengtiya têkoşînê kiriye.”   Bal kişandin ser yekîtiyê    Di dawiya daxuyaniya xwe de Platform li ser girîngiya yekdengîya kurdan sekinî û ev tişt anî ziman: "Dagirker tehemûlê destkeftiyên jinan nakin, êrişî Rojava dikin û destkeftiyên jinan desteser dikin. Berxwedana jinên kurd bi dirûşma 'jin, jiyan, azadî' li hemû cîhanê belav bû. Ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd û azadiya kurdan, çareseriya bingehîn li dijî tundî û polîtîkayên tunehesibandinê ya serdestan bi pêşengiya jinên kurd Yekitiya Neteweya Kurd e! Kurdno êdî bibin yek!”