Li Ewropayên dewleta Tirk hatin şermezarkirin 2022-11-25 10:47:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Swîsreyê bi mitîng û meşên hatin lidarxistin êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.   Wekî li gelek navendên Ewropayê li Swîsereyê jî bi mitîng û meşên hatin lidarxistin êrîşên dewleta Tirk  ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê ji aliyê kurd û dostnên wan ve hatin şermezarkirin.   Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê bi boneya şermezarkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên di serî de li ser rojavayê Kûrdistanê û bi giştî li ser hrêmên Kurdistanê, li ber stasyona trenê ya navendî daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Qatîl Erdoğan”,  “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin.   Di daxuyaniyê de ji bo giyanê Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê rêz hate girtin. Piştre li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Solothûrnê (CDK Solothûrn) Kaya Demîr axivî û bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir.   Piştre danezana bi zimanê Elmanî hatibû amadekirin hat xwendin. Di daxuyaniyê de banga xwedî derketina li gelê Rojava û Şoreşa Rojava hate kirin. Çalakgeran diyar kirin ku heta êrîşên dagirkeriyê bidomin wê li qadan bin.   Di çarçoveya kampanyaya “Em bi hev re tevbigerin“ ku ji aliyê Riseup4Rojava ve li dijî êrîşan hat destpêkirin, li bajarê Wînterthûr meşek hat lidarxistin.   Girse, bi pêşengiya CDK Wîntherthûrê, rêxistinên ciwanên şoreşger ên Swîsreyî, Komîteya Rojava û Aûfabûyê li Bahnhofplatzê hatin ba hev. Hevserokê CDK Wînderthûrê Îbrahîm Botanê xîtabî girseyê kir û got: “Ji aliyekî ve dewleta Tirk êrîşê Rojava û başûrê Kurdistanê dike û ji aliyê din ve jî dewleta Îranê li rojhilatê Kurdistanê qetlîamê dike.“ Botan destnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û banga piştevaniyê kir.   Di daxuyaniya li ser navê Aûfbaûyê hat dayîn de, peyama “Em ê li dijî êrîşên faşîzane bi Kurdan re bin“ hat dayîn.   Piştî xwendina daxuyaniya ji bo çapemeniyê, girse bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla“, “Jin jiyan azadî“, “Bijî Serok Apo“ û “Erdoganê kujer“ ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de danezanên bi Elmanî hatin belavkirin. Meş, li qada Obergrabenê bi dawî bû   Gelê Kurd ku 5 roj in li dijî êrîşan li qadan e, îro bi meşeke li Mantes-la-Jolîeyê, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava protesto kirin.   Kurdistanî, li ber îstgeha Mantes-la-Jolîeyê hatin ba hev û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê û pankartê “Îro Rojava, sibehê hûn; li berxwedêran bibin xwedî“ ber bi şaredariyê ve meşiyan.   Çalakger, bi berzkirina dirûşmên “Erdoganê kujer, Erdoganê dîktator“, “Bijî berxwedana gerîla“ û “Bijî berxwedana Rojava“ meşiyan û banga derketina xwedî li Rojava li Kurdistaniyan û dostên wan kir.