‘Jin bi rihê serhldana li Rojhilatê Kurdistanê 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin’ 2022-11-25 09:11:42     Medya Uren   AMED - Jinên cîhanî bi navê Jîna Emînî û rengê serhildana Rojhilat re 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin. Endama parastvana Mafê Mirovan jina Kurd Solmaz Doroody jî diyar ki ku pêwîst e di vê rojê de ev serhildan pêlên xwe li her deverê belav bike û bibe dema azadiya jinan.   Ji roja jina Kurd Jîna Emînî ya li bajarê Tahranê ya girêdayî Îranê hate girtin û di binçavan ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve  jiyana xwe ji dest da ve gelê Rojhilatê Kurdistanê di serhildanê de ye. Bi hezaran welatî ji bo ji hikumeta desthildatdar a nîjadperest û zayendperest re bêjin na li qadan e. Di vê oxirê de bi dehan kes hatin qetilkirin, hatin girtin û bi gefa îdamê re rû bi rû ne.   Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Tundiya li ser Jinê ve ji her deverî bi rengê serhildana li Rojhilatê Kurdistanê, bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û nîşaneyên wê serhildanê nîşan didin re di vê rojê de têkoşîna xwe gur dikin. Jin 25’ê Mijdarê di ber qetilkirina Jîna Emînî de û slavkirina serhildana Rojhilat de pêşwazî dikin.   ‘Jîna ji bo jinek kurd bû hate qetilkirin’   Solmaz di destpêkê de bûyera qetilkirina Jîna Emînî bi bîr dixe û dibêje: “Jîna bi hinceta laçika xwe li gorî pîvanan nexistiye serê xwe hate girtin û jê re hate gotin ku wê piştî rojekê were berdan. Dema hatiye girtin birayê wê digot ‘em biyanî ne, em ne ji Tahranê ne. Em kurdên bajarê Saqizê ne ango di aliyê pîvanan de ne têgihiştî ne’ lewra ‘polîsên exlaqê’ di bin çavan de jî Jîna îşkence kirin û wê qetil kirin. Helwesta wan nîjadperestî û zayendperestiya wan bi eşkerahî nîşan dide. Jîna di serî de ji ber jin bû û ji ber Kurd bû hate qetilkirin. Li beramberî wê jî şoreşeke mezin û şayan bilind bû. Rejîma îslamî ya Îranê di eslê xwe de rejîmek nîjadperest û zayendperest e ku li ser hemû gelan zextên giran pêk tîne. Lê belê hemû qanûnên wan bi taybetî ji bo kurdan derbas dibe. Êrişek bi tabet li ser gelê kurd heye. Rejîm li ser bedena jinê, li ser biryarên jinê û li ser hemû mafên wê xwedî gotin e. Vîna jinan tune tê hesibandin. Heya ku wê cil çawa li xwe bikin, çawa xwe bipêçin jî ji aliyê wan ve tê pîvankirin. Dema Jîna girtine jî bi gotina em ê pîvanan fêrî wê bikin nêz bûne. Bifikirin jinan digirin û jêre wê çawa cil li xwe bikin tên gotin. Qanûnek wisa çiqas cihê mirovahiyê ye. Divê herkes bifikire. Gelek jin weke Jîna bûne qurbaniya van zagonên rejîmê. Ger li gel vê tu Kurd bî duqat an sêqat bi tundî nêz dibin.”   ‘Li derdora jinê serhildan geş dibe’   Solmaz dema qala êrişin 43 sal in berdewam dikin kir got gelê Kurd tucar neraza bû û bi van gotinan li ser şîrove kir: “Her tim van êrişan baş fam dikir û çareser jî dikir. Êrişa li dijî Jîna ne êrişa yekem bû lê bû sedema êdî gel bêdengiya heyî xira bike. Diyar e ku çiqas gel tije bûye. Ne tenê guherîna qanûnan guherîna sîstema heyî dixwazin. Bi rojane jî ev çalakî bi hemû hêza xwe re berdewam dike. Çalakiyên ji Rojhilatê Kurdistana dest pê kir li gelek deverên din jî belav bû. Serhildana bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ pêl bi pêl belav dibe û diyar e wê sînoran jî nas neke. Ev serhildana di pêşengiya jinan de pêş ket hemû beşê civakê û mafên mirovatiyê himbêz dike. Em dikarin bêjin serhildanek femînîst e. Pêwîst e baş were zanîn ku femînîzm ne tenê ji bo jinan e. Pir zayendî, pir rengî ye. Hemû mafên civakê û yên xwezayê jî digire nava xwe. Di vê zanebûnê de îro şoreşek ya jinê geş dibe.”          ‘Ev şoreşa şiyarbûnê ye’   Solmaz di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tundîtujiyên berdewam dikin û got: “Rejîma Îslamî ya Îranê bûye navenda hemû tundîtujiyan. Tundiya derûnî, aborî, civakî, zayendî, siyasî û wekî din li ser jina kurd dide maşandin. Ev êdî di asta herî jor de ye. Ev rejîm bi rastî jî dijminatiyek gelek mezin dike ku gihiştiye astek zêde. Ev tundî bi cureyên xwe ve bandorek neyînî pêk tîne. Êdî civak di her mijarê de hatiye xetimandin. Di vê astê de şoreşek fîzîkî û fikrî xwedî cihekî girîng e. Şoreşek mezin bi armancên mafdar hate destpêkirin û hîna berdewam dike. Pêwîst e ne tenê di asta fîzîkî de di asta fikrî de jî were birêvebirin. Divê serkêşiya vê şoreşa di pêşengiya jinê de dest pê kiriye bi bernamekirî were kirin. Xwedî girîngiyek mezin e. Şîyarbûn e ji bo me. Divê wisa were fikirîn.”   ‘Şoreşa jina kurd nimûne ye’   Solmaz bi mînakan hêza jina kurd şîrove kir û wiha diyarkir: “Jinên Kurd her tim li hemberî bê mafiyan helwesta xwe bi awayekî herî bi hêz nîşan da. Di şoreşan de hertim pêşengî kirine û bûne serkêşên serkeftinan. Jinan çek hilgirt û li çiyan berteka xwe li hemberî dîktatoran nîşan kirin. Li Rojava bi sekin û hêza xwe re li hemberî hêza herî hovane bûn mertal û axa xwe parastin. Serkeftin bû ya wan. Îro li Rojhilat jî ew pêla şoreşê rû dide. Ji Bakur, Başûr, Rojava heyanî Rojhilatê Kurdistanê ev pêla serhildanê geş dibe. Helwestên dijminan ya tirsandinê û paşvekişandina vê xwepêşandanê heye. Lê jinên kurd natirsin. Ruxmê hovitiyê serhildana wan jî vê yekê eşkere dike. Jinên kurd hêza xwe bi zêdahî îspat kirine. Kes nikare êdî di vê mijarê de nîqaşan jî bike.”   ‘Dem dema serkeftinê ye’   Solmaz da zanîn pêwîst e di 25 Mijdarê de jî em vê tora xwe û hêza xwe bêhtir nîşa bidin û got:"Divê bi vê wesîleyê em bi hêza xwe dîktatoran bitirsînin. Divê jin destkeftiyên xwe bêhtir biparêzin û qalibên ji wan re tên tekûzkirin îro hilweşînin. Îro ew roj e ku em rejîman birûxînin. Em dawî li nîjadperestî û zayendperestan bînin. Heya ku jin statuya xwe bi dest nexe divê neyê rawestîn. Divê yeksaniya di nava civakê de îro em biafirînin. Dem dema serkeftinê ye."