Jinan ji ber Girtîgeha Şakranê banga 25'ê Mijdarê kir 2022-11-24 15:54:40       ÎZMÎR - Jinên TJA û EGE TUHAYDER'ê banga 25'ê Mijdarê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Şakranê kirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku polîtîkayên şer û tecrîdê herî zêde zirarê dide jinan û li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan peyama hestiyariyê dan.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA)  Komeleya Girtî û Xizman a Îzmîrê (Ege TUHAYDER) jinan di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li ber Girtîgeha Jinan a Şakranê daxuyaniyek dan çapemeniyê.  Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê û Aktîvîstên Nobeda Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Jin jiyan azadî, li dijî faşîzmê û qirkirina jinê dema azadiyê ye" hatin vekirin, dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanê", "Ji şer re na aştî hema niha" hatin berzkirin,  Di daxuyaniya ku wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin hilgirtin de, pêlavên jinan ên şitil di wan de çandî jî hatin hilgirtin. Hevseroka Ege TUHAYDER Nîlay Guleser daxuyaniya çapemeniyê xwend.   'Bi siyaseta şer êrîşî destkeftiyên jinan dikin'   Nîlay diyar kir ku îqtîdar rê li ber qetilkirina jinan nagire û got, "Şirîkên îqtîdarê bi hêza ku ji siyaseta şer digirin di serî de jin dixwazin hemû civakê bikin bin dorpêçê."   Nîlayê anî ziman ku polîtîkayên tecrîdê tenê ne ji alyê kurdan  ve ji bo hemû Tirkiyeyê pirsgirêk in û got ku îqtîdar di bedêla çareseriyê de neçareseriyê ferz dike.    'Girtiyên jin terkî mirinê tên kirin'   Nîlay girtiyên nexweş bi bîr xistin û got, "Li girtîgehê dermankirin ne pêkan e. Girtiyên jin terkî mirinê tên kirin û bi taybetî girtiyên siyasî dema ku sewkî nexweşxaneyê dikin kelepçe dikin û ev jî îşkenceya herî mezin e.  Fatma Ozbay Aygul Kapçal, Hasne Butlut çend ji jinên ku mafê wan ê jiyanê ji destên wan hatiye girtin in."   Nîlay bang li hemû jinan kir ku li hemberî girtîgehê hestiyar bin û got ku ew ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin.    Daxuyanî bi dirûşim û lîlandinê bi dawî bû.