Gundên Amûdê û Qamişloyê tên topbarankirin 2022-11-24 15:20:21       NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk beriya niha bi çend kêliyan gundê Hermê Şêxo yê rojavayê bajarê Qamişlo û gundê Til Kêf ê li rojhilatê navçeya Amûdê topbaran kirin.   Li gor agahiyên ku nûçegihana ANHA'yê parve kirine, artêşa Tirk gundê Hermê Şêx ê 10 kîlometreyan li rojavayê bajarê Qamişlo dikeve topbaran kir. Di encama topbaranê de zirar gihîşt şebekeya kehrebeyê ya di navbera gundê Hermê Şêxo û Herm Reş de.   Artêşa tirk her wiha gundê Til Kêf ê rojhilatê navçeya Amûdê jî bi hawanan topbaran kir.