Li Tirbespiyê bombe li embarên genim hat barandin 2022-11-24 15:16:15       NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk bombe li embarên genim ên li Tirbespiyê û gundê Dugirê barand.   Dewleta Tirk bombe li embarên genim ên li Tirbespiyê û gundê Dugirê barand. Êrîşê bi dema herêmî saet di 14:40'î de dest pê kir. Dewleta Tirk bombe li embarên genim ên bi 2 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê ne, barand. Herî kêm 3 top li herêmê ketin.   Di heman demê de êrîş li ser gundê Dugirê yê li ser rêya Qamişloyê hate kirin.   Di heman demê de navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê û gundê Bêlûniyê hatin bombekirin.