Komisyona Jinê ya ÎHD'ê rapora xwe ya salekê eşkere kir 2022-11-24 15:01:37   AMED - Komisyona Jinê ya ÎHD'ê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê rapora xwe ya salekê eşkere kir.    Komisyona Jinê ya ÎHD'ê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê rapora xwe ya salekê eşkere kir. Li avahiya ÎHD'ê ya Amedê rapor hat eşkerekirin û nirxandina raporê ji aliyê endama komisyona jinê Derya Yildirim, hat kirin. Her wiha bilanço jî endama komisyona zarokan a ÎHD'ê Eylul Ozgultekin parve kir.    Di raporê de jinan bal kişandin ser Jîna Emînî, girtina siyasetmedarên jin ên kurd û qetilkirina jinan. Hat gotin divê dev ji polîtîkayên bêcezatiyê bê berdan.    Bilanço bi vî rengî ye:   "*Li bajarên herêmê herî kêm 11 jinan bi întixarê jiyana xwe ji dest dan û 5 jinan xwestin xwe întixar bikin.    *Ji ber tundiya mêr a di nava malê de 38 jinan jiyana xwe ji dest dan û 15 jin birîndar bûn.    *Li qada civakî bi tundiya mêr herî kêm 19 jinan jiyana xwe ji dest dan û 14 jin birîndar bûn.     *Li qada civakî 33 jin bi êrişa zayendî ya mêran rû bi rû man.    *Li bajarên Kurdistanê herî kêm 49 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    *Li bajarên Kurdistanê di salekê de 117 jinan jiyana xwe ji dest dan û 34 bi cureyên cuda birîndar bûn. "