Malbata Şenyaşar: Bi qedexeyê wê nikaribin encamekê bi dest bixin 2022-11-24 13:21:55     RIHA - Di çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar de hat gotin:"Bi qedexeyê wê nikaribin encamekê bi dest bixin."    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 626’an de berdewam kir. Dayika Emîne ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî tev li nobetê bibe û Ferît Şenyaşar nobetê didomîne.    'Bi qedexeyê wê nikaribin encamekê bi dest bixin'   Ferît Şenyaşar di çalakiyê de bertek nîşanî biryara qedexekirina çalakî û xwepêşandanan a ji bo 15 rojan a Walîtiya Rihayê da. Ferît ji pêşiya edliyeyê hinek dûr ket û wiha got: “Destûrê nadin ku li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bidin. Di demokrasiyê de çare xelas nabin. Em sed mîtroyan wêdetir daxuyaniya xwe didin. Em vê nehiqûqtî û bêedaletiyê vedibêjin. Bi qedexe û astengkirinan dê nekarin encamekê bi dest bixin.”    Ferît, diyar kir ku li Walîtiya Rihayê yekîneyeke bi navê “yekîneya deriyê vekirî” heye û wiha domand: “Em jî dixwazin di vî derî de bikevin hundir û bi rayedaran re hevdîtinê bikin. Lê belê ev derî niha li mazlum û kesên li mafê xwe digerin hatiye girtin.”    ‘Em dixwazin ev neheqî bi dawî bibe’   Di berdewamê de Ferît got ku kesê komkujî pêk anî û organîze kirî parlamenterekê AKP’ê ye û wiha bi dawî kir: “Ev kes di nava partiyê de nayê xwestin lê belê her tim xwe dide pişt Erdogan û hewl dide xwe biparêze. Em dixwazin ku ev neheq di demekî herî kin de bi dawî bibe. Demek nêz a pêş de hilbijartin heye. Heta ku daxwaza me ya edaletê pêk neyînin û ev neheqî bi dawî nebe, dê ev nobeta me û têkoşîna dayikê bandora perperokî bike û bike ku AKP di hilbijartinê de pir dengan winda bike.”