Nobeta Edaletê li gel astengiyan didome: Em bêdeng nabin 2022-11-24 12:30:14     AMED - Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên infaza wan hatine şewitandin daye destpêkirin li gel qedexeyên Waltiya Amedê  dewam dike. Xizmên girtiyan û bi dehan piştevan li baroya Amedê kom bûn û diyar kirin ku ew ê  bêdeng nebin.     Ji ber qedexeyên çalekîyan ên Walitiya Amedê  Nobeta Edaletê ya zêdeyî salekÊ ye berdewam dike jî hate astengkirin. Xizmên girtiyên Nexweş û girtiyên infaza wan hatine şewitandin bê navber ji bo daxwazên xwe nû bikin çalekiya xwe dan berdewamkirin û li Baroya Amedê civiyan. Di civînê de Komeleya Jinan a Rosayê, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Endam û rêveberên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê amade bûn.   Di daxuyaniyê de xizmên girtiyan Nazîme Boltan û Reşahat Ada bi dorê axivîn û bi taybetî bal kişandin ser qedexeyên heyî. Nazîme got qedexeyên heyî pêwîste ji bo wan ne derbaz darbe û pêde çû: “Em li vir li dijî binpêkirinên mafan çalekî li dardixin. Zêdeyî salekê ye em li qadan e. Me zirar nedaye kesî, me mafên kesî jî bi çalekiyên xwe re binpê nekiriye. Ev çalekî mafê me ye û nayê qedexekirin.”     Reşahat jî got tu tiştek me asteng nake û  berdewamkir: “Ev demek dirêje tu tiştek nebûye astengê çalekiyên me. Me di sermayê de, germayê de û di hemû şert û mercan de jî çalakiya xwe li darxist. Îro jî em van qedexeyan nas nakin. Diviya li pêşiya me astengek wisa nebûya. Tişta em dixwazin diyar e. Em edaletê dixwazin. Lewera her ku dengê me bilind dibe derdor xwe ker û laltir dike.”   Nobeta Edaletê bi diruşmên “Heq Hiqûq Edalet” û “Bijî Berxweda Zindanan”  bidawî bû.