Berxwedana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome 2022-11-24 11:05:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir dewam dike.    Tevî rejîma Îranê gelek hêzên xwe li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bicih kiriye, xwepêşandan û çalakî bênavber berdewam in. Biryar e îro li seranserê Îranê ji bo piştgiriya bajarên Kurdistanê grev were destpêkirin.   Li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û çalakiyên li dijî rejîma Îranê berdewam in. Rejîma Îranê ji bo çewisandina xwepêşandanan hêzek mezin a leşkerî û wesayîtên mezin kêşaye nava bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet bajarê Mehabadê. Tevî girtin, tundî, êşkence, darvekirin û qetlîaman jî Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi pêşengtiya jin û ciwanan bê navber berdewam e.   Duh li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê hewayek a tundiyê serwer bû. Di ser de jî, li bajarê Sine xwendevanan xwepêşandan li dar xistin û di encama gulebarana raste rast a hêzên rejîmê de hinek xwendevan birîndar bûn.   Her wiha heman şêweyî li bajarê Sine li gel xwepêşandanên xwendevanan yên ku berdewam dikin, mamostayên zanîngehan jî dest bi grevê kirin û xwepêşandan li dar xistin. Li bajarê Baneyê jî di rêjeyek berbiçav de dikandaran dest bi grevê kirin û dikanên xwe girtin.   Li Mehabad û Bokan xwepêşander daketin kolanan û bi hêzên rejîmê re rû bi rû hatin. Hêzên rejîmê ji bo rawestandina xwepêşanderan hêzek tund bi kar anî û gule raste rast li xwepêşanderan barand. Di encamê de li her du bajaran hêjmarek xwepêşander birîndar bûn û bi dehan xwepêşander hatin binçavkirin.   Di heman demê de li bajarê Xuremawa yê li navenda parêzgeha Loristanê bi tevlîbûna girseyî ya welatiyan merasîma spartina xakê ya xwepêşanderek ku di xwepêşandanê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatî qetilkirin hat lidarxistin.   Li ser asta Îranê xwepêşandan û çalakî bi taybetî li zanîngeh û peymagehan berdewam bûn û li zanîngehan xwendevanan peyama hevsozî û piştgiriyê ji bo xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin.   Di heman demê de duh bangewaziya partiya Rojhilatê Kurdistanê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jî ji bo piştgirî dayîna xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê hebû ku îro li seranserî Îranê ji bo piştgiriya Rojhilat gireva giştî pêk were.   Li gorî wê biryare îro li seranserî Îranê ji bo şermezarkirina tundî û çewisandina xwepêşanderên li Rojhilatê Kurdistanê û piştgirîdayîna xwepêşanderên Kurd, greveke giştî were lidarxistin.   Hêjayî gotinê ye ku di hefteya borî de di xwepêşandanan de zêdetirî 50 xwepêşander li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.