‘Em bi têkoşîna mezin daxwazên xwe tînin ziman’ 2022-11-24 09:02:38     AMED - Parêzer Asli Pasînlî balkişand ser mafên ku jinan bi têkoşînê bidest xistine û wiha vegot: “Di vê mijarê de divê em mafên xwe radest nekin. Ji ber jin bi têkoşînê mafên xwe diparêzin û hîn bêtir maf daxwaz dikin.”   Piştî sala 1980’ê şûnde li welat berxwedana jinê her çû bilind bû. Ji Baroya Amedê Asli Pasînlî balkişand ser peymanên navneteweyî û kampanyayên ku jinan pêk anîne, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tûndiya li Hember Jinê nirxand.   Asliyê destnîşan kir ku dem bi dem divê hiş bê teze kirin û ev jî motîvasyonê zêde dike. Asliyê di bredewamiyê de wiha daxuyand: “Dem bi dem li gorî giraniya demê moîtîvasyon dikeve. Carna mirov dikevin nav fikrên ku tevgera jinan vala tevdigere. Lê ji paşerojê heta îro di têkşîna jinê de di pêşketinê de evqas tişt guheriye, gelek tabuyên civakê de şikyane di jiyanê de gelek tişt guherîne. Em li dîroka nêz binêrin. Piştî darbeya 80’yî li Tirkiyeyê tevgera jinan pêşketinek mezin jiya. Hişmendiya di civakê de zêde bû. Peymana navneteweyî ya der barê pêşîgirtina tûndiya li hember jinên CEDAW ji aliyê Tirkiyeyê de di sala 1985’an de hat erêkirin û ket meriyetê. CEDAW peymanek girînge û wek qanûna jinane. Di 87’an de jî meşa ‘Li dijî tûndiyê jin di piştevaniyê de ne’ gelek bi bandor bû. Dîsa vekirina stargehan, komele û navendên jinan, avakirina torên telefonê gelek girîn bûn."   ‘Di salên 90’î de dengê daxwaza wekheviyê bilind bû’   Asliyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ber bi salên 90’î jinan daxwazên wekheviyê yên di qanûnan de bilind kir. Di 1989’an de li dijî destdirêjiyê bi kampanya ‘derziya mor’ balkişandin ser necamên êrîşên zayendî.Di salên 90’î de der barê pêşîgirtina destdirêjiyê de buroya alîkariya hiqûqî hat avakirin. Xebatên buroyê gelek girîn bûn. Di salên 90’î gelek îtîraz hatin ziman. Mînak xaleke hebû xebata jinê bi hevjîn girê dida. Ev bi biryara dadgeha destura bingehîn hat rakirin. Di sala 97’an de jinan paşnavê xwe bikar anî. Di 98’an de qanûnek der barê têkoşîna li dijî tûndiyê ket meriyetê.”   ‘Di 2000’î de guherînên girîng pêk hatin’   Asliyê balkişand  ser salên 2000’î  û diyar kir ku daxwazên jinan vê demê gelek bilind bûne di 2002’an de di qanûna medenî de guherîn hatine kirin û  di zewacê de malên ku hatine girtin bi awayekî wekhev wê bên parvekirin û zarokên ji dervê zewacê hatine dinê jî wê ji mafê mîrateyê fêdeyê bigirin.    ‘Di 2015’an de şûndeketin çêbû’   Asliyê  nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Di 2005’an de jî hinek guhrîn di qanûna ceza de pêk hatin. Di 2011’an de Peymana Stenbolê hat îmzekirin. Ev peyman gelek girînge. Di 2012’an de qanûna hejmar 6284 a li dijî tûndiyê ket meriyetê. Lê piştî vê şûndeketinek mijara gotinê ye. Di 2015’an de rapora komîsyona destberdanê hat amadekirin. Di raporê şopên gelek êrîşên li hember mafên hatine bidestxistin hene. Yek ji van jî nîqaşa nefeqeyê bû.Piştî 2015’an tevgera ‘Me too’  li cîhanê hat jiyîn. Ev li ser çapemeniya civakî veguherî kampanya li dijî tûndiyê û destdirêjiya li hember jinan. Kampanya pêl bi pêl mezin bû. Jinên tundî û destdirêjî lê hatibûn kirin gotin ‘em jî hene’ û tevli kampanyayê bûn. Di salên 2021’ê de Peymana Stenbolê hat feskirin.”   Asliyê balkişand ser zêdebûna zextên li ser jinan û êrîşên li hember destkefiyên jinan û wiha bi lêv kir: “Dixwazin jinan ji têkoşînê dur bixin. Jin îro hem li cîhanê hem li Tiriyeyê  di mijara mafan de têkoşînek mezin didin. Îran mînaka teze û germe. Her ku desthilatdarî êrîşan zêde dikin jin jî bi dengekê bilind têdikoşin. Jin têkoşîna hebûnê didin.  Jin di rojên wek 25’ê Mijdarê de di esasê de têkoşîna hebûnê diin. Divê ev carek din bê bibîrxistin.”