Jinên Efrînî: Berxwedana me wê ji êrişên dagirkeriyê re bibe bersiv 2022-11-24 09:01:48     ŞEHBA - Jinên herêma Efrînê yên koçberî bajaroka Til Rifetê ya kantona Şehbayê bûne teqez kirin ku ger bi wan mabe jî wê li hember êrîşên dagirkeriyê şer bikin û berxwedana wan wê ji dijmin re bibe bersiv."   Di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê kantona Efrînê piştî berxwedana Efrîniyan a 58 rojan, xistin bin serwerdiya xwe û bi hezaran şêniyên Efrînê ji ber dagirkerî li ser xwe qebûl nekirin koçî kantona Şehbayê bûn û ev bû pênc sal welatiyên Efrînê li Şehbayê û bajaroka Til Rifetê bê navber li berxwe didin. Lê dîsa jî êrîş û topbaranên dewleta tirk xilas nebûne û rojane êrîş tên kirin. Di van rojên dawî de jî dewleta tirk bi balafirên xwe yên şer ji Şehbayê heta Dêrikê bi dijwarî topbaran dike û komkujiyan jî derheqê sivîlan de pêk tîne. Jinên Efrînî yên koçî bajaroka Til Rifetê bûne helwesta xwe ji ajansa me re anîn ziman.   'Berxwedana me wê ji êrîşên wan re bibe bersiv'   Eliya Hec Xelîl diyar kir ku ev bû çend roj in balafirên dewleta tirk li asîmanan digerin û topbaran dikin û wiha vegot: "Ev bû çend roj in ku dewleta tirk li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên xwe yên şer topbaran dike. Erdogan bû pênc sal êrîşî Til Rifet û herêmên dîtir dike. Çendî komkujî li Til Rifetê di derheqê sivîlan de pêk aniye. Dewleta tirk dixwaze Til Rifet û herêmên dîtir jî bixe bin serweriya xwe. Bila qet vê yekê xeyal neke û wê tu carî negihîne xeyalên xwe. Niha li Dêrikê jî komkujî pêk anî û carek din sîvîl hedef girt. Ji Şehbayê heta Dêrikê xistiye hedefa xwe û bi dijwarî êrîşî me dike. Dewleta tirk dixwaze me ji vir jî koçber bike lê em ê heta dawiyê li Til Rifet û Şehbayê li berxwe bidin û dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê bi çalakî û berxwedana xwe ji êrîşên wan re bibin bersiv."   'Em şer napejirînin'   Erîfa Mihemed jî teqez kir ku ev êrîşên ku pêk tên li beramberî çavên dinyayê pêk tên û wiha pê de çû: "Êrîşên ku dewleta tirk a dagirker bi ser me de tîne li beramberî çavên dinyayê pêk tên û ew jî bêdeng in. Bêdengiya dewletan a di van êrîşan de tê wateya hevkariyê. Heta di dagirkirina Efrîn û koçberbûna sivîlan de jî hevkarê dewleta tirk in. Em tu carî şer napejirînin lê ger êrîş bi ser me de bên em ê wê demê parastian xwe bikin û li dijî êrîşan şer bikin. Em aştî û aramiyê dixwazin her wiha xwesteka me vegera cih û warên me ne."   'Em ê li hember dijmin li berxwe bidin'   Hûriyê Mihemed ku ew jî li Til Rifetê bi cih bûye bi lêv kir ku ji dest balafirên dewleta tirk a dagirker ev bû çend roj in jiyana wan tevlî hev bûye û wiha axaftina xwe domand: "Ji ber balafirên dewleta tirk a dagirker û êrîşên wê ve bû çendî roj in jiyana me tevlî hev bûye. Rojane êrîşî me dike û dixwaze me ji vir jî koçber bike. Di heman demê de Erdogan ji bo tunekirina nasnameya kurdan li ser rûyê erdê her di nav tevgerê de ye. Em kurd in û xwedî maf in. Em ê li dijî êrîş û şerê wî li berxwe bidin, ger bi me dayikan be jî em ê li hember dijmin şer bikin û teslîmetiyê qebûl nekin."