Di êrîşên dewleta tirk de 9 kes hatin qetilkirin 2022-11-23 16:52:04       NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê ragihand ku di 22’yê Mijdarê de, artêşa Tirk 84 gund û bajarok kirine hedef û 7 welatî hatine qetilkirin. Her wiha 2 şervan jî hatine qetilkirin.   QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên artêşa Tirkr ên duh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatîn eşkere kir.   Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Dewleta Tirk êrişên ku li hember axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê  (Rojavayê Kurdistanê) di roja 19’ê Mijdarê de, di saetên şevê de bi êrişen berfireh yên hewayî û topbarananê dijwartir kir. Di van êrişan de bi dehan balafirên şer û yên keşfê tên bikaranîn. Di van êrişan de cih û warên niştecihên sivîl û saziyên civakî û xizmetguzariyê wekî dibistan, nexweşxane, cihên aboriyê, cihên petrolê hwd dikin hedef. Di encamên van êrişan de li gelek cihan welatiyên sivîl û hêzên ewlekariyê şehîd bûn û birîndar bûn. Her wiha di gelek deveran de zirarên madî çêbûn.   Di 22’yê Mijdarê de jî êrişên artêşa Tirk bê navber dewam kirin. Di van êrişan de bi piranî cihên sivîl hatin hedefgirtin. Bajarê Til Temirê bi awayekî hovane hat hedefgirtin. Dîsa li gundê Mekmen ê herêma Dêrazorê, cihên welatiyên sivîl bi awayekî zanebûn hat hedefgirtin. Di van her du êrişan de 7 welatî şehîd welatî şehîd bûn û welatiyek jî birîndar bû."