Li Colemêrgê ji jinên girtî re kart hatin şandin 2022-11-23 15:10:52     COLEMÊRG - Platforma Jinan a Colemêrgê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê ji jinên girtî re kart şandin.    Platforma Jinan a Colemêrgê bi minasebeta piştavniyê, di Pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser jinê ji jinên girtî re kart şandin. Jinan name û kartên xwe li avahiya KESK'ê nivîsandin û bi rêya postê ji girtiyên jin re şandin.  Aktîvîstên TJA'yê Meclisa Dayikên Aştiyê jî tevli çalakiyê bûn.