Bombebarana li ser Rojava dewam dike 2022-11-23 13:31:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk bênavber bombardûmanê li ser bi dehan gund û bajaran Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê dike.   Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 19'ê Mijdarê de gihîşt asteke nû. Êrîş bi dehan balafirên şer, topbarana giran û balafirên bêmirov ên bombebarkirî tê kirin. Bombardûman bi taybetî jî li ser sivîlan û binesaziyê tê kirin. Her saet sûcên şer ên dewleta Tirk girantir dibin.   Gundên Siwidikê û Alîaxa yên Dêrikê bi şev ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin. Li Til Temirê, nuqteyeke hevpar a QSD û Rûsyayê bi balafira keşfê ya bombebarkirî hate bombekirin. Tê gotin ku di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene. Li heman cihî, dema ku hewl hate dayin birîndar ji cihê êrîşê bên derxistin, careke din êrşı hate kirin. Di encamê de 2 şervanên din ên QSD'ê birîndar bûn   Binesaziya navenda bajarê Qamişloyê hate bombekirin, tê gotin ku birîndar hene. Gundê Himo yê li rojavayê Qamişloyê û gundê Til Zîwan ê li rojhilatê bajêr bi dema herêmî saet di 12:30'î de hatinb ombekirin. Her wiha li ser bajarokê Rimêlanê jî liv û tevgera leşkerî hebû.   Li Tirbespiyê êrîş   Balafirên şer ên Tirk navenda genim a li rojhilatê Tirbespiyê û gundê Şelhomiyê yê li bakurê navçeyê bombe kirin. Bi dema herêmê saet di 12:20'î de li tev û tevgera hewayî ya li herêmê dewam dikir.   Li rojhilatê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişoyê qada petrolê ya Ewdayê careke din hate bombekirin. Serê sibehê qada petrolê herî kêm sê caran hate bombekirin. Gundê Til Hemdûn ê li rojavayê Amûdê, gundikê Ezedîn Çolî bi dema herêmî saet di 12:00 de hatin bombekirin. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Elî Axa yê Til Koçerê 4 caran bombe kirin. Hate ragihandin ku ji ber êrîşê birîndar hene.   Stasyona perolê hat bombebarankirin   Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî bombe li Stasyona Petrolê ya Dîcle ya li gundê Girhokê yê li başûrê Çilaxayê barand. Ambûlansan berê xwe dan cihê êrîşê. Di nava 24 saetên dawî de zêdeyî hezar û 300 top, obus û tank li herêma Efrînê ketin. Dagirkeran li Kantona Şehbayê êrîş birin ser 14 herêman, li Şerayê 7 herêm û li Şêrawayê jî 5 herêm hatin bombekirin.   Deverên ku hatine bombekirin:   Kantona Şehbayê: Semûqa, Til Medîq, Til Cîcan, Medûnê, Til Enab, Şêx Îsa, Balafirgeha Minixê, Bendava Şehbayê, Bêlûniyê, Til Rifet, Werdiyê, Sealê, Kefer Naya û Eyn Deqnê.   Şera: Gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, Til Ecar, Elqemiyê, Îrşadiyê û Tat Maraşê.   Şêrawa: Gundên Meyasê, Bênê, Aqîbê û Bir Qas û daristana Soxanekê.   Di encama van êrîşan de 3 leşkerên hikumeta Şamê mirin, 2 leşker jî birîndar bûn. Ji ber bombardûmanê xisara madî li herêmê bû.   Li Şehbayê êrîş dewam dikin   Sibeha Çarşemê jî êrîşan dewam kirin. Bi dema herêmî saet di 08:40'î de dewleta Tirk a dagirker gundên Til Medîq û Til Cîcan ên Kantona Şehbayê û Bendava Şehbayê bombardûman kir. Nêzî 30 topên obusê li gundan ketin. Bi dema herêmî saet di 12:30'î de gundên Xirnêta, Hesecê û Samuqa yên Şehbayê careke din hatin bombekirin. Bi dema herêmî saet di 10:30'î de li ser Til Rifetê ya Kantona Şehbayê êrîş hate destpêkirin. Bi taybetî êrîş li dijî taxa Sînaayê hate kirin.   Kobanê tê bombebarankirin   Di heman demê de gundê Xirab Eto yê Kobanê bi rengekî giran tê bombekirin.