Di nobeda edaletê de bertek nîşanî êrîşan dan 2022-11-22 17:06:42     ÎZMÎR - Xizmên girtiyan, ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin li ber edliyê daxuyanî dan û êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Kobanê Şermezar  kirin.   Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin û rakirina tecrîda li ser girtîyan, malbatên girtiyan li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 141’an de li pêşiya Edliyeya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Bibin dengê zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kiribûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji şer re na aştî a niha” berz kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Karabaglar û Guzelbahçeyê jî piştgirî dan malbatan.    Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Hanim Sever axivî û êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. Hanim, da zanîn ku dê li dijî şer bêhtir daxwaza aştiyê bikin û wiha domand: “Em ji bo aştiyê hatin vê derê. Kobanê bombebaran dikin û sivîlan dikujin. Dema li wir şer derdikeve, li vir jî derdikeve. Em şer naxwazin. Têkoşîna me ji bo pêşîlêgirtina şer e.”    Bi domdarî Hanimê diyar kir ku tecrîda li girtîgehan roj bi roj girantir dibe û wiha bi dawî kir: “Êdî bila dayika tu kesî negirî. Em dixwazin ku bi hev re û bi awayekî wekhev bijîn. Li Tirkiyeyê edalet tune ye û zext li mirovan tê kirin. Kurê min ev 30 sal in di girtîgehê de ye. Ma kî kuştî ye û malê kê dizî ye? Em zarokên xwe dixwazin, emrê me xelas bû. Em tiştekî din naxwazin. Li tu deverekê cîhanê bi qasî li Tirkiyeyê zext nînin. Dibêjin li Tirkiyeyê demokrasî heye. Naxêr, li Tirkiyeyê demokrasî tune ye. Li ku demokrasî heye? Heke demokrasî hebûya dê mirov azad bûbûna.”    Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.