Li Wanê ji jinên girtî re kart hatin şandin 2022-11-22 14:55:33       WAN - Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên li Wanê bi pêşengiya TJA’yê ji jinên di girtîgehê de re kart şandin.   Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de li gelek bajaran çalakî berdewam in. Di vê çarçoveyê de.  Li Wanê bi tevlêbûna Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji jinên girtî re kart hatin şandin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan û rêveberên navend û navçeyên Wanê beşdarê çalakiyê bûn.   Kartên li TUHAY-DER'ê hatin amadekirin, bi rêya postê ji jinên girtî re hatin şandin. Hevseroka TUHAY-DER'ê Edîbe Babur li vir axaftinek kurt kir.   'Em li gel wan in'   Edîbe diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin jinên di girtîgehan de kart şandine û wiha got: “Ez dixwazim qertek binivîsim û ji hevalên xwe yên jin re bişînim, ji bo wan piçekî jî kêfxweş bikim û bi wan bidin zanîn ku em bi hestên wan zanin. û bi wan re ne." Edîbe destnîşan kir ku ji bo azadiya jinê çi ji destê wan bê ew ê bikin.   'Em ê azad bibin'   Edîbe wiha berdewam kir: “Jin li ku dibin bila bibin divê bibin yek, têkoşîna xwe bilind bikin. Ji ber ku ev sîstem dijminatiya jinê ye. Û wê sedsala 21. bibe sala azadiya jinê. Bi azadiya jinê wê cîhan azad bibe. Em ê hemû bi kombûn û gotina 'Jin jiyan azadî' azad bibin."   'Têkoşîna jinan heta serketinê wê bidome'   Piştre Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan axivî û bal kişand ser girîngiya azadiya jinê. Muazzez got, “Em ji bo azadiya jinê têdikoşin û em bi jinên girtî re ne. Têkoşîna jinan wê heta serketinê bidome.”