Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan li Mexmûrê konê sersaxiyê 2022-11-22 12:01:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Mexmûrê ji bo Şehîd Çîçek Harûnî û 10 rêhevalên wê yên ku di komkujiya Dêrikê de jiyana xwe ji dest dan, konê sersaxiyê hat danîn.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Îsam Ebdullah, Hisên Elî, Çîçek Harûnî, Hîlal Qasim, Hediye Ebdullah, Ubêd Xalid, Mehmûd Elî, Fayîz Ebdullah, Nûrî Çîftçî, Hisên Xilto û Mazin Osê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan konê sersaxiyê hat danîn.   Piştî deqyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê Şêniyên Mexmûrê bi hersê Meclîsên xwe, serdana konê sersaxiyê kirin û pakrewanên azadiyê bi bîr anîn.   Piştî rêzgirtinê li ser navê xebatkar û her sê Meclisên wargehê Fedîle Pîranî axivî û sersaxî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û tevahî gelê Rojava re xwest û got: “Dewleta Tirk har û dîn bûye, dixwaze gelê Kurd qir bike. Lewma îro li her derê Kurdistanê êrişî hemû kesê dike. Rojnamevan tên şehîdkirin û zarok tên qetilkirin. Dewleta Tirk êdî bûye bela serê tevahî mirovahiyê. Bi hinceta êrişa Stenbolê, êrişî Rojava dikin. Em wek gelê Kurd vê yekê qebul nakin. Kesên ku li Rojava gihiştine şahadetê, em bi minetdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber keda wan de ditewînin. Serê malbat û Rêber Apo saxbe.”   Piştre li ser navê malbata Şehîd Çîçek Harûnî jî Şivan Cizîrî axivî û diyar kir ku wê ew wek malbata şehîdan timî li ser şopa wan bimeşin û got: “Şehîd ne tenê şehîdê me ye, şehîdê tevahî Kurdistanê ye. Şehîd Çîçek ev 31 salbû di nava tevgerê de. Heta dawî li ser erka xwe bû. Em wek malbat serbilindin û emê timî li ser xeta wan bimeşin. Rêya Şehîd Çîçek rêya me ye û em ti caran nasekinin. Wê serkeftin bibe ya Şehîd Çîçek û rêhevalên wê.”   Piştî axaftinê dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.