Li Qilebanê panela jinan hat lidarxistin 2022-11-21 16:24:36     ŞIRNEX - Li Qilebanê di çarçoveya bernameyên 25’ê Mijdarê de panela polîtîkayên şerên taybet hate lidarxistin.   Tevgera Jinên Azad(TJA), di çarçoveya bernameyên xwe yên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li dijî Tundiya li ser Jinê çalakiyên xwe re berdewam dikin. Li gundê Elemonê yê girêdayî navçeya Qilebanê ya Şirnexê panela jinan hate lidarxistin. Panel li ser mijarên keda jinê û polîtîkayên şerên taybet hate pêkanîn. Pankarta “Jin Jiyan Azadî, Dem Dema Azadiya Jinê ye” hate vekirin û gelek jin beşdarî bernameyê bûn.    ‘Jin jiyanê diafirîne’   Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Silopî Adalet Fîdan axivî. Adalet, diyar kir ku ji dîrokê ve wê de jin hem bi xwezayîya xwe hem jî bi parastina jiyanek komînal jiyan afirandiye. Fikr û xwezaya jinê di serencama dîrokê ve hatiye diyarkirin. Yê ku jiyanê bi rê ve dibin jin in. Ji ber ku di jiyan û hişmendiya jinê de dewlet û desthîlatdarî tune. Lewra herî zêde desthilatdar li ser jinê disekine. Ji ber ku jin ji bo berdewamkirina desthîlatdariya xwe xeter dîtin. Lewra hişmendiya xwe ya mêrane li ser civakê belav kirin. Jinê bi çar dîwaran ve bi sînor kirin û serdestiya xwe li ser ferz kirin.”   ‘Bi polîtîkayên şerên taybet jin tên hedefgirtin’   Adalet diyar kir ku yê parastina nirxên civakê dike jin in û ji ber wê polîtîkayên şerên taybet herî zêde li ser jinê tê meşandin û wiha axivî: “Desthîlatdar piştî ku di şerê fîzîkî de nekarî Gelê Kurd biqedîne dest bi şerê derûnî kir û bi vê yekê polîtîkayên şerên taybet pêş xist. Herêma Botanê ji aliyê parastina çand û hunerê de gelek pêş ketiye. Ew parastin jî bi destê jinê hatiye kirin. Lewra bi taybetî di nav 8 salên dawîn de ev polîtîka ketiye asta herî jor. Hem di aliyê polîtîkayên bişaftinê de hem jî di aliyê koçberiyê de gelê kurd ji çand û zimanê xwe tên dûrxistin. Gelên ku çand û zimanê wê tune be mirov nikare behsa hebûna wê jî bike. Ji ber vê divê em wek jin hay ji wan polîtîkayan hebin û xwedî li nirxên xwe derkevin û parastina wan bikin.”   ‘Em parastina nasnameya xwe ya azad bikin'   Adalet, anî ziman ku jinên ciwan di bin navê evîna sexte de tên xapandin û got: “Hêzên girêdayî dewletê li herêmê bi erka pokîtîkayên taybet ve hatine bicîhkirin. Ew kesan jinên ciwan hedef digirin. Firdevs Babat, Berîvan Alturk, Sakîne Kultur û Leyla Karaaslan mînakên wan ên herî berbiçav in. Her wiha bi rêya fihûş û tiryakê jî jin tên xistin. Divê jin xwedî li nasnameya xwe ya azad derbikevin û li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe mezintir bikin.”   Bername bi dirûşma "jin jiyan azadî" bi dawî bû.