Jin kolan bi kolan geriyan û banga tevlibûna meşê kirin 2022-11-21 15:16:37       AMED - DAKAP ji bo meşa 25'ê Mijdarê ku wê bê lidarxistin kolan bi kolan geriya û ji bo tevlibûna meşê bang li jinan kir. meşiyan.   Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li taxa Tesîsler a navçeya Peyasê  ya Amedê xebatên xwe li kolanan berdewam kir. Jinan belavokên bi wêneyên Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî belav kirin û banga tevlibûna meşa 25’ê Mijdarê kirin.