Li Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê şitlên daran hatin çandin 2022-11-21 13:22:11     MEXMÛR - Komiteya Şaredariya Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê, şitlên daran çandin.   Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê, ji aliyê Komiteya Şaredariya Mexmûrê ve li Parka 4’ê Nisanê şitlên daran hatin çandin. Beriya ku dar werin çandin ji bo rihê tevahî şoreşgerên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê ji bo wate û girînga rojê Hevserokê Şaredariya Mexmûrê Bedran Pîranî axivî.   Bedran Pîranî tundiya li dijî jinan şermezar kir û wiha axivî: “Em wek Komiteya Şaredariya Şehîd Rûstem Cudî dixwazin ji bo girîngiya vê mehê peyamekê bidin. Bi taybetî jî ji bo girîngiya 25’ê Mijdarê. Wek tê zanîn di dîrokê de hertim jin hatine çewisandin, ji bo karê malê hatine paşguhkirin. Lê dayikbûna Rêber Apo û bi avabûna tevgera azadiyê re êdî jinan çavên xwe vekirin. Îro hem li çiyayên azad û hem jî Rojavayê Kurdistanê, Şengal û giştî warên berxwedanê êdî jin bûne sembola cîhanê. Em jî wek komiteya şaredariya Mexmûrê li dijî hemû tundiyên li hemberê jin û tevgera jinê tê kirin şermezar dikin. Em hemû şehîdên di vê oxirê de canê xwe ji dest dane bi bîr tînin û dibêjin bimre tundîtûjiya li dijî jinê, bimre hemû kesên ku beranberê jinê destdirêjiyê dikin. Em dibêjin bijî 25’ê Mijdarê, bijî bexwedana jinê, bijî berxwedana Tevgera Azadiyê ya ku îro bi şoreşa jinê tê meşandin.”   Piştî axaftinê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bimre Xiyanet” hatin berzkirin. Çalakî ji aliyê tevahî xebatkarên Şaredariya Wargeha Mexmûrê ve bi çandina şitlên daran bi dawî bû.