Jinên li pêşiya Girtîgeha Sîncanê hat ba hevdu: Dê serkeftin a jinan be 2022-11-21 12:09:43   ENQERE - Beriya Doza Kobanê jin li pêşiya Girtîgeha Sîncanê hatin gel hevdu û bi dirûşma 'jin jiyan azadî' gotin:"Dê serkeftin a jinan be."   Rûniştina 1’emîn a 19’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 17 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, dê li Eywana Danişînan a Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin.    Beriya danişînê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran, rêveberên rêxistinên HDP’ê yên Amed û Enqereyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl xwestin li pêşiya Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsan nehiştin ku daxuyanî bê dayîn.    Jinên ku li pêşiya girtîgehê disekinin, astengiya ku polîsan derxistî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” şermezar kirin.    'Dê serkeftin a jinan be'   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li pêşiya girtîgehê daxuyanî da û wiha bertek nîşanî astengkirina polîsan da: “Hevalên me yên jin li hundir li benda me ne. Em ê piştevaniya wan bikin. Em ê nîşan bidin ku ne di nava çar dîwaran de û ne jî di bin dorpêça hêzên ewlekariyê de kesek nikare bi têkoşîna jinan paşde gav bide avêtin. Dê ev kes bên darizandin û serkeftin dê ya têkoşîna jinan û dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ be.”    Jin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” derbasî eywana danişînê bûn.