Aktivîsta Enternasyonal a Antifayê: Dema parastina şoreşê ye! 2022-11-21 11:56:27       Melek Avci   ENQERE - Ji Pêkhateya Enternasyonal a Antifayê Firaz Dag, da zanîn li Rojava wê bi sedsala 21'emîn sedsala şoreşa jinê be, alternatîf li dijî sîstema kapîtalîst pêk were û got bi êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev alternatîf dibe hedef û got:"Dem dema parastina şoreşê ye."   Bertekên li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha Başûrê Kurdistanê didomin. Ji Pêkhateya Enternasyonal a Antifayê (Enternasyonal Antifaşist) Firaz Dag jî bertek nîşanî êrişan da û nirxandin kir.    Sehayên hewayê di bin kontrola Rûsyayê de ye    Firazê bi lêv kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdistanê yên bi fikrê fetîhê qet nesekiniye û got:"Sehaya hewayê di bin kontrola Rûsya û Şamê de ye. Dewleta tirk a Faşîst ji bo gelê kurd bitirsîne careke din êrişê eniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê kir. Êrişên dewleta tirk ên li dijî şoreşê û yên dagirkeriyê tu carî bi dawî nebû. Vê carê bi awayekî koordîneyî bi hemwextî êrişî gelek cihî kir."   'Êrişa bi piştgiriya Rûsyayê qet bi dawî nebû'   Firazê bi lêv kir ku êrişên li ser Rojava qet nesekinîne û wiha got:"Dewletên faşîst ji bo şoreşê têk bibin bi hevparî tev geriyane. Di 2018'an de di êrişa li ser Efrînê de Rûsyayê destûr da ku Efrîn bi balafiran bê bombebarankirin. Li Rojava êrişên balafirên bê mirov qet nesekinî û êrişên koordîneyî ne tiştekî nû ye. Rojava ji bo hemû gelên tên çewisandin bû sembolek. Koalîsyona (garantor) bi hinceta têkoşîna bi ÎŞÎD'ê re hat avakirin heta berjewendiyên wan zirarê nebîne bi gelên li herêmê eleqedar nabin. Di meha tebaxê de li Hesekê bi qansî du kilometreyan dûrî baregeha koalisyonê bi balafirên bê mirov ji aliyê Tirkiyeyê ve li ser dibistanê êriş pêk hat û 5 zarokên keç ên voleybol dilîstin şehîd ketin, 10 zarokên keç jî birîndar bûn. Tenê ev hat şermezarkirin. Êrişên li ser Rojava û çiyayên Kurdistanê bi berjewendiyên hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst girêdayî ne. Wê bi sedsala 21'emîn sedsala şoreşa jinê be, alternatîf li dijî sîstema kapîtalîst pêk were û bi êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev alternatîf dibe hedef. Dem dema parastina şoreşê ye."   'Dewleta tirk a faşîst berî hilbijartinê amadekariya herekateke mezin a bejahî dike'   Firazê têkildarî bombarana didome wiha got:"Hedefgirtina sîvîlan a bi êrişan zihniyeta sîstemê radixe ber çavan. Kesên YPG/YPJ wekî 'terorist' îlan dikin di heman demê de fînanmansa endamên Heyet Tahrir el- Şam Devleti'nin (HTŞ), El Nusraya eniya El Kaideyê dikin.  AKP-MHP ji bo îktidara xwe biparêzin bi mehan e êriş dikin. Teqîna li Stenbolê ya têkiliya wê bi Rojava re tune bû kirin hincet û êriş kirin. Dewleta tirk a faşîst berî hilbijartinê amadekariya herekateke mezin a bejahî dike. Lê ji ber ku li çiyan pêş nakevin loma ev bandoreke neyînî li ser êrişa wan a li dijî Rojava dike.   'Şoreşê biparêze!'   Herî dawî Firazê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir û wiha got:"Raperîna li dijî dewleta tirk di destên kesên demokrastiyê û sosyalîzmê diparêze de ye. Bi çalakiyan piştevaniya xwe bi awayekî pratîk nîşan bidin. Dema dayina bersivê ye! Em dixwazin faşîst berpirsiyar bên girtin û ji ber sûcên şer bên cezakirin. Ji bo Rojava têbikoşin. Şoreşê biparêze!"