Li gelek welatan kurd daketin qadan 2022-11-20 20:01:55     NAVENDA NÛÇEYAN -  Li çar aliyên cîhanê kurdan êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye  û başûrê Kurdistanê şermezar kir.    Tirkiyeyê duh şev û îro li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye û başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî pêk anî. Li dijî êrîşan gele kurd û dostên gele kurd daketin qadan û çalaki li dar xistin.    Viyana   Kurdistaniyên li ber Opera Karlsplatzê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a li hemberî Rojava protesto kirin. Girse heta ber Balyozxaneya Tirk meşiyan. Polîsên Viyanayê nehişt ku xelk ber bi balyozxaneyê ve bimeşe û li ser rê barîkat danîn. Hat xwestin ku dawî li têkîliyên hikûmeta Awûstralya yên bi dewleta Tirk re bê anîn û hat diyarkirin ku wê li her derê çalakî bên lidarxistin.   Kurdistaniyên li Viyanayê dijîn, şev jî rabibûn ser piyan. Di encama provokasyonên polîsan a li ser çalakiyê de, kurdek hat binçavkirin. Li ber parlamentoyê jî çalakiyek hat lidarxistin.  Xelk li ber parlamentoyê hatin ba hev û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Di çalakiyê de bang li civaka navneteweyî û dewletan hat kirin ku li dijî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk rabin.   Freiburg   Di çalakiya ku li Freîbûrgê hat kirin de, dewleta Tirk  û dewletên Ewropayê yên alîkariya madî didin wî, hatin protestokirin. Dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimire dewleta Tirk a faşîst”, “Kujer Erdogan” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê ya hat dayîn de, hat destnîşankirin ku bi hinceta teqîna li Stenbolê, êrişê gelê Kurd dikin û hat gotin ku ew ê li dijî van polîtîkayên tunekirina gelê kurd bêdeng nemînin û wê li qadan bin.   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.   Strasbourg   Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê jî dewleta Tirk bi mîtîngekê hate protestokirin. Aktivîstên TCŞ’ê jî beşdarî mîtîngê bûn. Mîtînga li ber gara trenê ya navendî pêk hat de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Biji berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.   Hamburg   Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Polîsan bi cop û gaza îsotê êrişî çalakiyê kir. Çalakî bi banga Meclîsa Gel li navenda bajêr hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrişên hewayî yên dewleta Tirk hat protestokirin. Çalakî heta saetên dereng dewam kir.   Gottingen   Li bajarê Gottîngen ê Elmanyayê li dijî êrişên dewleta Tirk  gele kurd  daketin qadan. Hat zanîn tevlêbûnek zêde ji bo çalakiyê çêbûye.   Tirol   Êrişên dewleta Tirk li Innsbrûck a girêdayê bajarê Tirol ê Awûstûryayê dijîn ve hatin protestokirin. Di danezana li çalakiyê hat xwendin de, daxwaza girtina qada hewayî ya Rojava hat kirin û koalîsyona navneteweyî hat hişyarkirin ku bi êrişên dewleta Tirk DAIŞ zindî dibe. Çalakî, bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava“ û “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.   Dusseldorf   Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, bi banga FED-MED’ê meş li ber DGB Haûsê dest pê kir. Di çalakiyê de dewleta Tirk hat protestokirin. Hevserokê FED-MED’ê Ahmet Kobanî, rêveberek ji rêveberên FED-MED’ê Yilmaz Gultekîn, ji Dîe Lînke ya Krefeldê Stephan Hagelmes, li ser navê ATÎK’ê Şevket Bûlût yek bi yek axivîn.   Bi armanca agahdarkirina gel, seranserê rêyê axavtin hatin kirin.   Marsilya   Gelê Marsîlyaya Fransayê jî daket qadan. Li ser banga lezgîn a Komeleya Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (DKTM) Kurdistaniyên ku li ber Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê li hev civiyan, heta derengiya şevê çalakiyên xwe berdewam kirin. Di saetên serê sibê de Kurdan bi 10 hezar belavokên bi sernavê, “Êrişên artêşa Tirk ên li ser Kurdistanê rawestînin!” daketin qadan.   Bordeaux   Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî di saet 12.30’an de li ber stasyona trenê çalakiyek hate lidarxistin.   Stockholm   Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), Kurdistaniyên li paytexta Swêd Sotckholmê dijîn rexmê barîna zêde ya berfê û asê bûna rê, di saet 13:00’an de ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, li qada Sergels Torget a li navenda bajêr kom bûn. Di çalakiyê de alên YPJ-YPG’ê hatin hildan û bê navber dirûşmeyên, “Faşîst Erdogan, dixwaze DAÎŞ’ê zindî bike” hate qirîn. Di axaftinên li vir hatin kirin de li ser armanca çalakiyê peyam hatin dayîn û wiha hat gotin: “Bi awayek hemwext rejîma Îranê êrişî bajarên Rojhilatê Kurdistanê û dewleta faşîst a Tirk jî êrişî Rojava dike. Ev yek bi hevre girêdayî ne. Di demeke wiha de ku dijminên gelê Kurd li her derê êrişî Kurdan dikin, gelê Kurd jî divê ji her demê zêdetir hişyar be û xwedî li gelên Kurdistanê derbikeve.”   Cenevre   Kurdistaniyên li qada Qoûaî Wîlson a ku postxaneya herî mezin a li Cenevreyê ye, hatin ba hev û mîtîng li dar xistin. Di axaftinên li ser navê saziyên kurdan hatin kirin de wiha hate gotin: “Parastina têkoşîna gerîla ku di bin şert û mercên bêhempa de, li dijî dewleta Tirk a dagirker raber dike, divê ji bo me bibe berpirsyariya herî girîng.”   Piştî ku peyama şervanek enternasyonalîst ê li Rojava hat guhdarkirin, girse ber bi navenda bajêr ve meşiyan û ketin hundirê îstasyona trenê ya navendî. Girseyê li vir çalakiya rûniştinê li dar xist.   Wê li bajarên Basel, Bern û Veveyê li dijî êrişên qirkirinê çalakî dewam bikin.   Li aliyê din jî kurdistanî roja sibê dê bi çalakiya navendî ya ku di çarçoveya sala 100’emîn e peymana Lozanê de, li bajarê Lozanê li dar bixin starta çalakiyan bidin û êrişên qirkirinê protesto bikin.   Sydney   Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Kurdistanî û dostên wan li dijî êrişên dagirkeriyê bi banga NCKD’ê li Qada Town Hall hatin ba hev. Liv ir peyama “Tişta ku DAÎŞ’ê nekirî, dewleta Tirk îro dixwaze temam bike” hat dayîn.