Şêniyên Qamişloyê li dijî êrîşan daketin qadan 2022-11-20 16:10:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Qamişloyê bi meşeke ku bi hezaran kes tevlî bûn, li be êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabûn.   Şêniyên Qamişloyê ku endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û yekîtiyên wê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, endamên saziyên çandê, siyasî û ewlehiyê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a  ên li ser herêmê şermezar kirin.   Meşê ji Çerxerêya Sonî ya li aliyê rojhilatê Qamişloyê dest pê kir. Di meşê de alên TEV-DEM, PYD, Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên "Hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re dijminatiya li gelan e", "Bi vîna gelan û gerîla em ê li hember çekên kîmyewî li ber xwe bidin, dagirkerî û xiyanetê têk bibin" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin hildan. Her wiha dirûşmên "Gerîla vîna me ye", "Bijî berxwedana Rêber Ocalan", "Na ji bêdengiya navneteweyê re", "Gerîla nûnertiya me dike" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.   Di dawiya meşê de li ber navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo daxuyaniyek hate dayin. Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mahsûm Hesen axivî û got, "Êrîşên şeva din ên li ser Kobanê, li Dêrikê û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê ne nû, lê dewamiya zihniyeta Osmanî ya 500 salî ye ku bajar, tax, welatî û zarokan dike hedef.  Berxwedana gelên Kurdistanê, berxwedana Rêber Ocalan a li Îmraliyê û berxwedana lehengane ya gerîlayên li Avaşîn, Metîna û Zapê  ji hemûyan re îsbat dike ku Erdogan û rejîma wî li ber hilweşînê ne û ji bo ku vê hilweşînê binixumîne van êrîşan pêk tîne.   Em bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, ku dakevin qadan, serî hildin û li ber êrîşan rabin. Hêzên hegemon û desthilat Rûsya û Amerîka û hêzên cîhanê bi rê ve dibin, li gorî biryar û perspektîfên wan û heta dayîna çekan ji bo dewleta Tirk dihêle ew şerê qirkirinê li dijî gelê herêmê pêk bîne.   Çawa me bi vîn û israra xwe ya li ser fikrê Rêber Ocalan û bi hezaran ji şehîdan xaka xwe parastin û projeya xwe ya demokratîk xiste pratîkê, wê cîhan giştî nikaribe me ji armanc, hêvî û rêya me ya ber bi azadiyê ve dûr bixe."