Malên li Kobanê hedef hatin girtin 2022-11-20 15:06:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye di êrîşên li ser Kobanê de malên gel kirin hedef.   Artêşa Tirkiyê duh bişev û danê sibê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîş pêk anîn. Di êrîşan de gelek kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Tirkiyê di êrîşa xwe ya li ser Kobanê de rasterast malên welatiyan hedef girtin. ANHA'yê wêneyên malên ku hatine hedefgirtin jî weşand.