Li Şirnexê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin 2022-11-20 13:45:40     ŞIRNEX - HDP’ê têkîldarî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhîlaltê Sûriyê bi daxuyaniyek şermezar kirin û destnîşan kir ku divê li dijî vê êrîşa neheq deng were bilind kirin û wiha hate gotin: “Em bang li hikûmetê dikin ku dev ji van pêngavên xeternak berde û nebe parçeyek ji vê komployê.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber avahiya rêxistina xwe ya  navçeya Silopiyayê bi daxuyaniyek şermezar kirin. Rêxistina HDP’ê ya bajarê Şirnexê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER û endam û rêveberên rêxistinên navend û navçeyên HEP'ê yên Şirnexe tevli daxuyaniyê bûn.   Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Şirnexê Abdullah Gungev ve hate xwendin. Abdullah, di destpêka axaftina xw de êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhîlatê Surîyê şermezar kirin û wiha axivî: “Gelek wargehên sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet Kobanê ku bi berxwedana destanî ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên tarî û bi modela jiyana nû ya ku ava kir, duh bi şev bi balafiran hatin bombekirin. Eşkere ye ku hikûmet dixwaze tişta ku DAIŞ’ê li van axan bi dest nexist, bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî temam bike. Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ewlehiya Tirkiyeyê ne xeter ye, ji bo mirovahiyê hêviyek e! Xeteriya ewlehiyê ya rastî zîhniyeta ku dixwaze bi gotina 'Em ê sînor derbas bikin, du fuzeyan bişînin û şer bidin destpêkirin' xeyalên xwe yên tarî pêk bînin e.”   Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:   Êrîşên dagirkeriyê yên ku li dijî Efrînê û herêmên din ên Kurdan pêk hatin, di serî de herêmên dagirkirî ji DAIŞ û çeteyên wê re kirin qadên jiyanê. Ev êrîş ne ji bo dabînkirina ewlehiya sînoran e, berovajî vê yekê gef û metirsiyên li ser Tirkiyê zêde dike. Yên ku ji bo Tirkiyeyê tehdîd in ne kurd in, li herêmên jiyanê yên kurdan ên dagirkirî DAIŞ û rêxistinên jêderketî pêş dikevin.   Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku nikare welat bi rê ve bibe, dixwaze barê qeyrana mezin deyne ser milê gel. Îqtîdar bi vê hewl dide temenê xwe dirêj bike û roj bi roj welat dikişîne nava aloziyekê mezin..   Nebin parçeyek ji vê komployê   Li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em bang li derdorên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî, dijberên şer û beşên hestiyar dikin ku vê êrîşê şermezar bikin û li dijî vê êrîşa neheq dengê xwe bilind bikin. Em bang li hikûmetê dikin ku dev ji van pêngavên xeternak berde û nebe parçeyek ji vê komployê. Em êrîşên hewayî yên hemwext ên li ser Kobanî, Tel Rifat û Şengalê pir xelet û xeternak dibînin, Kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bi rehmet bi bîr tînin. Em van êrîşan şermezar dikin."