Li Girê Miştenûr bombebaran: Nexweşxane hat rûxandin 2022-11-20 11:40:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk dûh bişev êrîşî kobanê kir li Girê Miştenûrê bi bombebarana ku kir nexweşxaneyek rûxand.    Dewleta Tirk ji şevî din û vir ve bi balafiran bombardûmanê li ser bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dewleta tirk serê sibehê jî li Kobanê bombebaran li Girê Miştenûr, başûrê gir, Taxa Nû ya Kobanê û girê Kaniya Kurdan ê li rojhilatê bajêr 6 êriş pêk anîn.   Li gorî agahiyan di encama bombebaranê de Nexweşxaneya Koronayê ya li ser Girê Miştenûrê bi temamî hatiye rûxandin.