Tirkiye dîsa êrîşî Kobanê kir 2022-11-20 11:10:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyê careke din li dijî Kobanê êrîşa hewayî pêk anî. Di êrîşê de nûçegihanê ANHA’yê Îsam Ebdullah jiyana xwe ji dest da, nûçegihanê Stêrk TV Mihemed Ceradê jî di nav de gelek kes birîndar bûn.   Artêşa Tirk a ku duh bi şev herêmên Dêrik, Kobanê, Zirgan û Şehba yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir, îro danê sibê careke din êrîşî Kobanê kir.   Di saet 09.30’an de jî Taxa Kaniya Kurdan, gundê Qeremûx û Girê Miştenûr hedef hatin girtin.   Nûçegihanê ANHA'yê jiyana xwe ji dest da   Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê Dêrikê îsam Ebdullah ku êrîş dişopand hat qetilkirin. Nûçegihanê Stêrk TV Mihemed Cerade jî di nav de gelek kes birîndar bûn.