Tulay Hatîmogullari: YE ji ber hewaya siyasî bêdenge gelo? 2022-11-20 10:12:18     Dîlan Babat   ENEQERE - Tulay Hatîmogullari ya HDP’î  got YE li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Başûrê Kurdistanê bêdenge û balkişand ser teqîna li Taksîm a Stenbolê pêk hatiye. Tulayê wiha vegot: “Em ber bi hilbijartinê ve diçin û wek hilbijartinên 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê dixwazin Tirkiyeyê ber bi kaosê ve bibin.”    Li Qada Taksîm a Stenbolê 13’ê Mijdarê de êrîşa bombeyî pêk hat, 6 kesî jiyana xwe ji dest da û 81 kes jî birîndar bûn. Piştî teqînê daxuyaniyên bi naqok yên Wezîrê Karên Hundi Suleyman Soylu balkişandibûn û  gotin ‘destê me de dane tune ne’  û bûyer bi dîtina gumanbar û hemû têkiliyên pê re di rojekê de bi encam bû.   Roja duyem a teqînê di daxuyaniya hat dayîn de hat îdiakirin ku Ahlam Albahsir ya 23 salî ya Sûriyeyî  bombe daniye. Ligel vê DHA li taxa ku Ahlam lê dijiya nûçeyek çêkir û şêniyekî taxê got Ahlam saleke li taxê dijî. Suleyman Soylu jî got Ahlam 4 meh berê ji Kobanê perwerde dîtiye û ji Efrînê bi riyên kaçax hatiye Tirkiyeyê.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê Tulay Hatîmogullari der barê mijarê de axivî.   Gavek jî nehat avêtin   Tulayê diyar kir ku çi heye bila bê lêkolînkirin û wiha dirêjî dayê: “L holê dîmenên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de hene. Şebnem Korur Fîncanci ji ber der barê dîmenan de fikrên xwe diyar kir hat girtin. Çavuşoglu got ‘çi hebe bila bê lêkolînkirin.’ Gelo ji bo vê pêngav hat avêtin? Na.”   ‘YE bêdengiya xwe diparêze’   Tulayê diyar kir ku komek pisporên Alman ya li ser çekên kîmyewî dixebite çûne qadê lêkolîn kirine, rapor amade kirine û wê bidin hikûmeta Alman û Lahey. Tulayê wiha daxuyand: “Divê der barê vê de jî şopandin hebin. Li Ewropa gelek parlametneran mijar bi OPECW. Lê dema em dinêrin her kesî çav û gûhê xwe girtine. Her kes ji mijarê direve. Dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî li holê ne. Divê ev dîmen bên lêkolînkirin. Yekitiya Ewropa ji ber berjewendiyên siyasî bêdengiya xwe diparêze. Li ber çavê hemû cîhanê şer li Başurê Kurdistanê dimeşe. Ev demek dirêje herêm bê îstîkrare. Li vê şerê Ukrayna û Rusyayê zêde bû. YE ji bo pirsgirêka penaberan tolere bike naxwaze bi Tirkiyeyê re têkiliyan xera bike.”   'Tiştekî tirsê çêbike nemaye'   Tulayê bang li endamên OPECW û welatiyên YE’ê  kir ku divê bikaranîna çekên kîmyewî demildest bi dawî be û got divê demildest operasyonên dersînor rawestin. Tulayê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser teqîna li Taksîm a Stenbolê û wiha pê de çû: “Vê senaryoyê tiştên navbera hilbijartina 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê anî bîra me. Wê demê jî bi destê DAIŞ’ê komkujî hatin kirin. Soylu di mijara nivîsandina senaryoyê de peywir girt ser xwe. Her daxuyaniya wî bi naqok bû. Her dîmenî Soylu diderewand. Gotin Ehlam ji Sûriyeyê ye lê ji cihekî din derket. Got PYD û YPG’ê kiriye. Di navbera 11-13’ê cotmehê de li Îdlîbê  hêzên HTŞ’ê zêde bûn û desthilatdariyê xwest vana li Efrînê bicih bike. tirkiyeyê piştî operasyon li Efrînê pêk anî Kurdên wir koçber kirin û li şûna wan Artêşa Newî ya Sûriyê û malbatên wan bicih kirin. Kontrola siyasî destê artêşa netewî ya Sûriyeyê û TSK’ê de ye. Pêşiya HTŞ’ê jî vebû.”   Tulayê wiha dawî lê anî: “ Her komkujiya pêk bê wê ji AKP’ê bê zanîn.  Tiştên di hilbijartinên 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê de hatin jiyîn tên zanîn.Tiştên li Taksîmê hatin jiyîn jî vê nîşan dide. Desthilatdarî dengên xwe winda dike û ji bo desthilatdariya xwe winda neke serî li her rê dide. Hilbijartinên 7’ê Hezîran û 1’ê mijdarê teşhîr bûn. AKP’ê her tişt li ser û çavên xwe da. Me ev senaryo berê jî dîtibûn.”